Rêxistinên Ked û Demokrasiyê şehîdên Gulanê bibîr anî
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê li Enqerê Îbrahîm Kaypakkaya û Şehîdên Gulanê bibîr anî.
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê li Enqerê Îbrahîm Kaypakkaya û Şehîdên Gulanê bibîr anî.
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê pêşengê tevgera şoreşgerî Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê bi merasîmekê bibîr anî.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî li ser berxwedana şoreşgeran sînevîzyonek hate nîşandan.
Li vir Endama Meclîsa Ciwanên Yekbûyî Yelda Ozturk axivî û diyar kir ku di serî de mafê qedera xwe diyarkirinê ya gelê Kurd û dîsa raman û îdeolojiya wê ji bo wan dibe ronahî.
Endamê Hêzên Têkoşer a Yekbûyî Selîm Dagan Koç jî axivî û şehîdên meha Gulanê bibîr anî.