Rêxistina HDP’a Navçeya Didimê bi merasîmekê hat vekirin
Rêxistina HDP’a Navçeya Didimê bi merasîmekê hat vekirin
Rêxistina HDP’a Navçeya Didimê bi merasîmekê hat vekirin
Rêxistina HDP’a navçeya Didimê bi merasîmekê hat vekirin.
Rêxistina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Navçeya Didimê bi tevlîbûna Hevserokê HDP’ê û parlementera Stenbolê Sabahat Tuncel hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Hevserokê HDP’a Navçeyê Îbrahîm Alçiçek ku axivî gotin ku AKP bi doza KCK’ê huquqê binpê dike û di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de çêkirina karakolan nîşaneyên nesamîmî bûnê ne.
Alçîçek got ku HDP wê li Didimê û li gelek herêmên welat wê desthilatdariya herêmî rake û desthilatdariya gel çêbikin.
Di merasîma axaftinê de Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel axivî. Tuncel wiha got: “Ger em dixwazîn li Didimê şaredarî bi dest bixwîn, hemû cudahiyên nasname û baweriyên ku li vir dijîn pêwiste em biçin gel hemûyan û peywendî danîn.”
Tuncel bal kişande ser pevçûnên di navbera cemaet û AKP’ê de û got ku çikirin nekarîn di navbera xwe de randê parve bikin.
Tuncel bang li Elewiyan jî kir û wiha got: “Dehatuya Elewiyan di nava HDP’ê deye. Ne CHP’ye. Temaşey komkujiyan bikin; yan CHP desthilatdar bû yan jî heval bendê desthilatdariyê bû. Dehatûya jinan û ciwanan jî di nava HDP’ê deye.”
Piştî axaftinên ku hatin kirin şûnde avahiya HDP’a Navçeya Didimê bi merasîmekê hate vekirin.