Rêxistina Efûyê: Divê darvekirinên li Îranê rawestin
Rêxistina Efûyê: Divê darvekirinên li Îranê rawestin
Rêxistina Efûyê: Divê darvekirinên li Îranê rawestin
Rêxistina Efuyê ya Navnetewî daxuyaniyek da û da zanîn ku divê cezayên darvekirinê yên li çar kurdan birînde rawestîne.
Di sala 2009’an de 4 kurdên bi navê Cemşît Dehganî, Cîhangîr Dengahî, Hamed Ahmedî û Kemal Molayî bi hinceta ku meleyekî bi dewleta Îranê re di nava têkiliyê de ye, kuştine hatin girtin. Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da û diyar kir ku dibe ku ev her çar kes di nava çend rojan de bên darvekirin û got divê hemû kurd li gorî standartên navnetewî careke din bên darizandin.
Cigirê Dîrektorê Bakûrê Afrîkayê û Lijneya Rojhilata Navîn Hasîba Hadî Saharouî, da zanîn ku cezayê darvekirinê rêbazeke derveyê mirovahiyê ye û got divê biryara darvekirina 4 kurdan bê rawestandin.
Çar kurdên di bin xeteraya darvekirinê de ne piştî hatin binçavkirin bi parêzerên wan re nanîn cem hev û demek dirêj di bin îşkenceyê de mabûn.
Li gorî daneyên Rêxistina Efuyê li girtîgeha Rajaî Şahr 26 girtî li bende darvekirinê ne û ji van gelek kurdin.