Rewşa girtiyên nexweş Kûday û Ozbek giran e

Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûlkadîr Kûday û Ozge Ozbek giran e.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 463’yemîn de çalakiya xwe heftane li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Rêvebera Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bi bîr xist ku herî kêm 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan li benda berdanê ne û tevî ku rewşa gelek girtiyan nebaş e jî nayên berdan. Çevîrmen got tedawiya girtiyan nayê kirin û divê cezayê girtiyên nexweş bê taloqkirin lê ew jî nayê kirin. 

Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abûulkadîr Kûday ê li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê ya Tîpa R’yê t3e ragirtin û got: “Kûday 49 salî ye û 9 sal in girtî ye. Beriya 5 salan li Girtîgeha Tekîrdagê nexweşiyên wî dest pê kirin. Tevî ku rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe jî lê tedawiya wî nayê kirin. Nexweşiya ALS li Kûday peyda bûye. Ji bo Kûday bê berdan serlêdana taloqkirina ceza hatiye kirin lê tu encam jê derneketiye. Wek din jî nexweşiyên Kûday hene. Gelek zeîf dibe û niha ew bûye 45 kîlo. Bi girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê felc bûye re li heman qawîşê dimîne. He du jî nexweş in û ne di wê rewşê de li girtîgehê bimînin.” Çevîrmen anî ziman ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku Kûday li girtîgehê bimîne û xwest Kûday demildest bê berdan û cezayê wî bê taloqkirin. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 590’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek parêzvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev li bûn. Rêveberê navenda HDP’ê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 

ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin. 

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa tevahiya girtiyên nexweş û xwest tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan. 

'OZGE OZBEK BILA DEMILDEST BÊ BERDAN' 

Şahîn bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek ku rewşa wê her diçe giran dibe û diyar kir ku Ozbek di 10’ê Tîrmehê de li qawîşa girtîgehê li erdê ketiye û serê wê êşiyaye û piştî wê rakirine nexweşxaneyê hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mêjiyê wê û ûrê di serê wê de jî mezin bûye. Şahîn bang li rayedaran kir ku demildest mudaxileyî rewşa Ozbek bikin û were emeliyetakirin û tavilê bê berdan. Şahîn anî ziman ku her ku çiqas nexweşxaneya Acibadamê ya Stenbolê di sala 2020’yan de gotiye nikare di hepse de bimîne jî lê dîsa jî nayê berdan û ew bi tena serê xwe nikare bijî û divê were berdan. Şahîn ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê Ozbek bana hestiyariyê li raya giştî kir.