Rewşa Girtiyên nexweş giran dibe
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Soydan Akay û Semîran Erbaga Çakir giran e.
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Soydan Akay û Semîran Erbaga Çakir giran e.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 595’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê lidar xist.
Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 30 sal in girtî ye. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Soydan Akay bila bê berdan” hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin.
Endama Komîsyonê Meryem Bars daxuyanî xwend û da zanîn ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan û ev sepan rê li ber azadiya girtiyan digire. Bars anî ziman ku di girtîgehê de gelek nexweşî li Soydan Akay peyda bûne û tevî ku nexweş e jî 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bars anî ziman ku Soydan Akay cezayê xwe yê 30 salî qedandiye û divê di 11’ê Tebaxê de bihata berdan lê dîsa berdana wî hatiye astengkirin û 6 meh berdana wî hatiye taloqkirin. Bars xwest hemû girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên cezayê wan qediyaye demildest bên berdan û xwest rayedar û raya giştî bi hestiyar nêzî mijarê bibin.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 467’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe berdewam kir û daxuyanî da. Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, HDP’ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî mef e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê tê ragirtin.
Çevîrmen da zanîn ku Çakir di sala 2018’an de hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê û li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne û qismek van nexweşiyan jî nexweşiyên kronîk in. Çevîrmen diyar kir ku Çakir bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û yek van nexweşiyên giran jî nexweşiya Çolyakê ye û ji bo vê nexweşiyê tu derman lê nehatiye kirin.
Çevîrmen da zanîn ku Çakir ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin û ji ber nexweşiya kovîdê tedawiyek hewcedarî lê nahtiye kirin û nexweşiyên wê yên kronîk bi raporan jî hatiye tespîtkirin û heta sax be dê dermanan bikar bîne. Çevîrmen anî ziman ku piştî tedawiya Çakir a li Amedê wê dîsa birine Girtîgeha Wanê û piştî hatiye berdan tedawiya wê hatiye destpêkirin. Çevîrmen got ji ber cezayê Çakir teqez bûye dîsa hatiye girtin û wê birine Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û lê şandeya nexweşxaneyê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ daye Çakir. Çevîrmen destnîşan kir ku Çakir ji ber nexweşînên lê peyda bûne nikare di girtîgehê de bimîne û xwest ku demildest bê berdan.