Rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik giran dibe
Girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê bi nexweşiya Crohnê ye, rewşa wî giran dibe. Dêya wî got “Bila ji girtîgehê cenazeyekî din dernekeve” û bang li raya giştî kir.
Girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê bi nexweşiya Crohnê ye, rewşa wî giran dibe. Dêya wî got “Bila ji girtîgehê cenazeyekî din dernekeve” û bang li raya giştî kir.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan di sê mehên pêşîn ê sala 2021’an de 13 girtiyan li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa li gorî van daneyan 604 jê giran, herî kêm hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên TÛHAY-DER’ê ev hejmar zêdetir e.
Devrîm Ayik di sala 2015’an de bi hinceta ‘endamê partiyê ye’ hatibû girtin û a niha di Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê de ye. Ji ber ku nexweşiya wî ya Crohn (jehrîbûna roviyan) li nexweşxaneyê nayê tedawîkirin di Kanûna 2019’an de serbest hatibû berdan lê piştre ji heman dosyeyê dîsa hate girtin. Beriya ku were girtin emeliyat bûbû û 40 santîm roviyê wî hatibû jêkirin. Ji ber ku li girtîgehê tedawiya wî baş pêk nehat, cara duduyan emeliyat bû û 60 santîm roviyê wî hate jêkirin. Li gorî rapora nexweşxaneyê roviyên wî disa riziyane û divê bi lezgînî were tedawîkirin.
Devrîm Ayik ligel vê nexweşiya xwe ya giran sirgunî girtîgehên Îzmîr, Edîrne û herî dawîn a Eskîşehîrê hate kirin. Ji ber şewbê her cara ku sirgun bû, deh rojan di karantînayê ma.
QEYDA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE
Devrîm Ayik herî dawîn dema bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû, ev tişt gotibû “Roja Înê ez birim nexweşxaneye. Ez nîşanî sê bijîşkan dam. Niha jî wê min nîşanî çar bijîşkan bidin. Betlane kete navberê niha çar roj mane. Wê careke din min nîşanî bijîşka bidin. Bi qasî mehekê didomee. Her carê min dibin û tînin. Gelekî diwestim. Piştî nexweşxaneyê li girtîgehê min dixin karantînayê. Duh şev gelek caran çûm lavaboyê. Ber destê sibehê ez razam. Berê jî min qala rewşa xwe kiribû. Di karantînayê de em çar kes in. Piştî cejnê ez ê dîsa bi tenê bimînim.”
Dêya wî Hulya Anik jî got “Ji ber ku kurê min girtîgehê de ye, tedawiya wî nayê kirin û parêza wî ya xwarinê jî bi cih nayê.Ji ber nexweşiyê rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Ji bo ku tedawiya wî nebe penceşêr du hefteyan carekê derziya Hûmîra lê tê xistin.”
Dêya wî bang li rêxistinên sivîl kir û got “Bila ji girtîgehê cenazeyekî din dernekeve. Divê em pêşiya vî tiştî bigirin. Werin em bi hev re azadiyê ji kurê min Devrîm Ayik û hemû girtiyên nexweş re bixwazin.”