Rewşa girtiyê ku krîza dil derbas kir, xetere ye

Rewşa girtî Yilmaz Ozalp xetere ye ku krîza dil derbas kir.

Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê Jimara 1’an a Tîpa T’yê girtî ye di 5’ê tebaxê de krîza dil derbas kir. Tedawiya Ozalp li beşa venêrîna awarte ya Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê ya Çîgliyê didome. Hat zanîn ku 10 rojan tedawiya Ozalp bi kelemçekirî berdewam kiriye û xetereya li ser jiyana Ozalp dewam dike.

Ji bo Ozalp dikaribe bi rehetî nefese bide û bistîne ji qirika xwe û ji bo dikaribe dermanên vîtamînê vexwe ji mîdeya xwe emeliyat bibe. Lê belê ji ber ku xetere li ser jiyana Ozalp heye, nayê emeliyatkirin.

Malbata Ozalp jî li ber nexweşxaneyê disekine û li benda xeberek xêrê ye.