Rêveberiya Şamê: Li dijî du tesîsên çekên kîmyewî êrîş pêk hatiye

Rêveberiya Şamê: Li dijî du tesîsên çekên kîmyewî êrîş pêk hatiye

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku komên çekdarî li dijî du tesîsên kîmyewî ya ku dihat plankirin bê îmhakirin êrîş pêk anîn.

Li gorî ajansa SANA ya fermî, çavkaniyeke ji wezareta Karê Derve gotiye; “Di 21’ê Kanûnê de terorîstên çekdarî li dijî tesîseke li navendê êrîş pêk anîne, lê hêzên hikûmetê ev êrîş vala derxistine."

Hat hînbûn ku êrîşa duyemîn li herêm Şamê pêk hatiye. Li gorî SANA’yê di nava êrîşkaran de şervanên Eniya El Nusra û şervanên Lîwa El-Îslamî cih girtine.  Ajansê got di vê êrîşê de 4 kes mirine 28 kes birîndar bûne.