Rêveberê berê yê MÎT’ê: Peywirdarên dewletê 18 kes ji bo pereyan kuştin

Rêveberê berê yê îstîxbarata Tirk (MÎT) Mehmet Eymur mikur hat ku peywirdarên dewletê 18 kes ji bo pereyan kuştine û haya serokwezîra wê demê Tansû Çîller jî ji van cînayetan hebû.

Rêveberê yê MÎT’ê Mehmet Eymur ji Gokçer Tahîncîoglû ya T24’ê re axivî.  Eymûr di nûçeyê de wekî ‘Kesekî ku ji salên 1970’î û vir de di gelek qonaxên krîtîk ên Tirkiyeyê de cih girtiye, her dem qala wî tê kirin, wekî îstîxbaratvanekî ku haya wî tiştan heye û an jî kesekî ku wisa ye ku bawerî pê tê ku haya wî ji hin tiştan heye’ hate nasandin.

Doza 19 bersûcên ku Mehmet Agar jî di nav de ji ber 18 cînayetên kujerê wan nediyar ên salên 90’î de tê lidarxistin. Derbarê van cînayetan Mehmet Eymur jî ji T24’ê re axivî.

LI GORÎ EYMUR ‘YEŞÎL’ HATIYE KUŞTIN

Eymur diyar kir ku dewletê ji bo ku sûc bike Mahmût Yildirimê bi nasnav Yeşîl perwerde kiriye û ji bo ku Yeşîl bireve tu hincet tune. Li gorî Eymur ‘Kesekî ku pere li hev par ve kirine, Yeşîl kuştiye’

‘WÎ CEM ERSEVER KUŞT’ 

Mehmet Eymur got “Gelek kesan ew bi kar anîn. Heke bijiya tu sedem tunebû ku ji me bireve” û diyar kir ku fermandar Ahmet Cem Ersever ê ku yek ji kesekî sereke yê JÎTEM’ê bû ji aliyê Yeşîl hatiye kuştin.

‘MIROVÊN RAST JI DEWLETÊ RE NE HEWCE NE’

Eymur diyar kir ku kesên wekî Yeşîl hene û mikur hat ku ji dewletê re kesên rast ne hewce ne. Eymur got “Niha ji me re mirovên rast ne hewce ne. Mirovên rast wê çi agahiyê ji me re bîne. Jixwe kesekî di nav hin tiştan de be, nexwe karên qirêj dike.”

‘DEWLETÊ 18 KES KUŞT’

Eymur bi bîr xist ku Korkût Ekenê ku nêzî wî bû ji ber 18 cînayetan tê darizandin û li ser pirsa “Gelo dewletê ev 18 kes kuşt?” got “Erê.  Ev doz bi îfadeya Ayhan Çarkin hate kirin.”

MIKURHATINA KU DEWLET DIKARE HER TIŞTÎ BIKE

Li gorî Eymur dewlet dikare her tiştî bike û ev tiştekî meşrû ye û got “Dewlet di çavê min de dikare her tiştî bike. Meşrû ye. Ji bo min jî wisa ye. Lê heke di nava wê de menfaaat hebe. ‘Ev qas pereyan bide, yan na ez ê te bikujim’ Mixabin ev mirov wisa hatin kuştin.”

Eymur diyar kir ku Abdullah Çatli yê ku dewletê ji bo sûc ew bi kar dianî û got ku haya Tansû Çîller ji têkiliya Mehmet Agar û Abdullah Çatli heye.

ÇÎLLER DIZANIBÛ

Eymur îddîa kir ku piştî karê MÎT’ê bi nav kesan qediya, ev bûn koma Agar û got “Erê, wana bûn zilamên heman komê. Çîller bi van cînayetan dizanî, lê kî dizane Agar çawa dibêje? Agar pasaport û raye dida van kesan.”

‘DOGÛ PERÎNÇEK SÎXURÊ ÎNGÎLÎZAN E’

Eymur ji bo Dogû Perînçek jî got “Zilamê îstîxbarata Îngîlîz û Amerikayiyan e. Zilamên Perînçek di nav MÎT’ê de hene, ev kes di nav artêşê de ji serbazbûnê dest pê kirine û heta ku bûne general. Li gorî min Perînçek zilamê îstîxbarata Îngîlîz û yê Emerikayiyan e. Teqez wisa ye.” Eymur li ser pirsa ku ‘Tu xwe dispêrî agahiyê û tiştekî wisa dibêje?”  Got ‘Erê.”

‘PERÎNÇEK JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA ÇEPGIRIYÊ HATE PEYWIRDARKIRIN’

Eymur diyar kir ku Dogû Perînçek ji bo pêşîlêgirtina çepgiriyê ketiye dewrê û got “Rêxistineke wisa ye ku ji bo li Tirkiyeyê pêşiya çepgiriyê bigire, hatiye avakirin. Emerîka li Tirkiyeyê ketiye gelek deran. Mixabin me nekarî vê tesîrê derxînin.”