Koma RedHack ji ber sedema Walîtiyê destûr neda mitînga Piştgiriya Biratiya Tirkiye-Sûriyeyê, malpera înternetê ya Walîtiya Hatayê rûxandin. Duh li Hatayê koma ku xwest bi navê “Piştgiriya Biratiya Tirkiye-Sûriyeyê” peyamên aştiyê bide, polîsan bi gaza bîberê êrîş kiribû.
RedHack di hesaba xwe ya twitterê de daxuyaniyek da û diyarkir ku, “Kê gotiye bûyîna Hack zehmete? Mirov bi onûr be bese. Temaşeyî gelê Hatayê bikin, daketine kolana hack dikin! Xelkê Hatayê li ser lingane. RedHack berxwedana Hatayê silav dike! Malpera Walîtiya Hatayê http://www.hatay.gov.tr ji aliyê RedHack ve hate rûxandin!”