Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan got, di hevdîtinê de xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku ber dide têkoşîna demokratîk, hate destnîşankirin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina duh (31’ê Cotmehê) a Rêber Apo ya bi malbatê re, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Omer Ocalan ev tişt parve kir: “31’ê Cotmehê me bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku ber dide têkoşîna demokratîk, hate destnîşankirin. Tenduristî û morale Birêz Ocalan baş bû; silav ji gelê me re şandin.”

Rêber Apo 31’ê Cotmehê ji ferdên malbatê bi Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin pêk anî.