Rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtin kir
Hate ragihandin ku Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Hate ragihandin ku Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve li ser hesabê medya dîjîtal hate parvekirin, Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê ragirtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak bi malbata xwe re hevdîtin kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Birêz Abdullah Ocalan bi endamên malbata xwe Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re îro (26'ê Sibata 2026) li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Muwekîlên me yên din Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Ergîn Atabey û Birêz Mahmût Yamalak jî bi endamên malbata xwe re îro (26'ê Sibata 2026) li Girava Îmraliyê hevdîtin kirin."