Tûra otobûsan a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê mihrîcana li Mannheima Almanyayê dest pê kir, gihişt bajarê Franse Strasbourgê. Çalakiya nobetê ya li ber Konseya Ewropayê jî 83 rojan li pey xwe hişt.
Çalakiya tûra otobusan a ku ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya ku dê li 70 navendên 8 welatan bê lidarxistin, duh piştî mihrîcana çanda Kurd a navnetewyeyî ya li Mannheimê dest pê kir.
Rawestgeha yekemîn a tûra dê heta 24’ê mijdarê bidome, bajarê Strasoburga Franseyê bû. Hunermendên TEV-ÇAND’ê, Dayîkên Aşitiyê, endamên Buroya Cenî ya Jinên Kurd, Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEg-Kon) di nava çalakiya tûra otobûsan de cih girtin.
Endamên Komîteya Ji Ocalan re Azadî Îsmet Kem, bi navê çalakgeran axivî û diyar kir ku ew jiOcalan re azadiyê dixwazin û ragihand ku ew dixwazin vê daxwazên xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê.
Ji çalakgeran Xebat Ocalan bal kişand ser nobeta li ber Konseya Ewropayê berdewam dike û ragihand ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê Tirkiyeyê, welatên Ewropayê jî eleqeder dike.