Serokê Komîsyana Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ya ku dê der barê komkujiya Roboskî de rapor amade bike Îhsan Şenerê AKP’yî got; “Em ê diyar bikin ku xeletiyek çêbûye, lê ev xeletî ji kû çêbûye, karê rêxistinên edlî ne.”
Şener di daxuyaniya da rojnameya Akşamê de, der barê rapora Roboskî ya ku di dê meha pêş de bê weşandin de hin agahî da. Şener diyar kir ku di rojnameyê de dibe nav di raporê de cih negirin, lê dibe ku ji bo hin saziyên berpirsyar nîşaneyên pirsê bên danîn. Şener got; “Em ê diyar bikin ku xeletiyek çêbûye, lê ev xeletî ji kû çêbûye, karê rêxistinên edlî ne.”
Şener ragihand ku piştî muzekerekirina raporê, ew ê encamên raporê jî binivîsin û diyar kir ku gava meclîs di 1’ê cotmehê de vebe, karê wan ê destpêkê ew e ku ji raya giştî re aşkere bikin.