Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a meha Mijdarê eşkere kir. DFG’ê di raporê de anî ziman ku di 11 mehên borî de tê dîtin ku zor û binpêkirinên mafên rojnamevanan zêde bûne û wiha cih da raporê: “Dîsa rojnamevan bi rengeke cidî bi binpêkirinên mafan û bi çaftirsandinên desthilatdariyê re rû bi rû mane. Di dawiya mehê de bi taybet di roja “25’ê Mijdarê Têkoşîna Li Henber Tundiya Li Ser Jinan” de jî rojnamevan rastê tundiya polîs hatin. Li Şirnexê 2 rojnamevanên jin hatin derbkirin, kamerayên wan hat şikandin û hatin binçavkirin. Di heman rojê de li Amedê jî tundî li rojnamevanan bû. Disa polîsan tundî li rojnamevanên jin kirin û rê nedan ku dîmenan bikşînin. Bi vê nehatin ser kamerayên wan li erde xistin û şikandin. Ev dîmen û pêkanînên tundiyê ya li ser rojnamevanên jin di ve roja pîroz a têkoşîna ji bo tundiya li ser jînê de helwesta disthilatdariyê ya li hember rojnamevaniyê bi awayeke vekirî daye ber çavan. Em êrîşa li ser van rojnamevanan bi tundî şermezar dikin.”
5 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN
DFG’ê di raporê de anî ziman ku di nav mehê de hejmareke zêde rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin û wiha lê zêde kir: “Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine rastê lêpirsînê hatin, hin ji wan doz li wan hatin vekirin û hatin darizandin. Bi dehan rojnamevan rojên xwe di eywanên edliyeyan û danişînên mehkemeyan de derbaskirin. Piştî 18’ê Cotmeha 2022’an ku Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan “Yasaya Dezanformasyonê” îmze kir û di rojnameya fermî de weşand, rê li ber sansorê vebû û rê li ber azadiya reman hat girtin. Di 1’ê Mijdarê de bi angaşta ku nûçeya “ne rast ya raya giştî dezeforme kirî” Nivîskar û Rojnamevanê malpera T24 Tolga Şardan het girtin. Şardan li ser îtîraza parêzerên xwe roja 6’ê Mijdarê hat berdan. Heman rojê Nivîskarê halktv.com.tr Dinçer Gokçe, rojek pişt vê Nivîskarê Kısa Dalga Cengiz Erdinç bi heman angaştê hatin binçavkirin û hatin berdan. Rojnamevan Dilşat Kocakaya ji bo ku di kampanyeya Rojnameya Ozgur Gundemê de rojek piştgirî dabûn û bûbûn Berpirsê Weşana Rojnameyê ceza lê hatibûn birîn. Ev ceza piştî li Yargitayê jî hat erêkirin Rojnamevan Kocakaya 1’ê Mijdarê hat girtin. Van mînak jî eşkere dikin ku di meha Mijdarê de jî desthilat hewl da bi deste darazê rojnamgeran bitirsîne. Lê ev meh jî bi têkoşîna rojnamevanan ya li dijî tundî û tirsandinê derbas bû.”
62 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
DFG’ê da zanîn ku Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) di meha Cotmehê de rapora xwe di bin navê “Kirîza Azadiya Çapameniyê Ya Li Tirkiyê” de weşand û wiha pêde çû: “Di raporê de tê gotin ku di cîhanê de welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin Tirkiyeye. Li gor rapora me Hevseroka Komaleya me Dicle Muftuoglu jî di nav de hê 62 rojnamevan di girtîgehê de ne. Ev hêjmar jî aşkera dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamevaniyê kirîmînalîze bike. Di serî de Dicle Muftuoglu û hemû rojnamevanên din yên ku bi boneya pîşeyên xwe girtîne pêwîste ku demildest serbest bên berdan.”
DFG’ê da zanîn ku di Mijdarê de ji bo 1022 nûçe, 231 parvekirinê Medya Dijîtal biryara xwe negîhandinê dan û wiha cih da raporê: “3 malperên internete hatin girtin. Ev hejmar meziyniya sansurê ya di qada nûçegihaniyê de pêk hatiye datîne holê. Roj nîn e ku hin rojnamevan hedef tên girtin, bi heqaretan re rû bir û dimînin, ji ber ku rojnamevan karê xwe dikin tên binçavkirin, tên girtin, rastê tundiyê tên. Her çibe jî rojnamevanî mafê rojnamevanane û dê rojnamevan vê mafê xwe bikar bînin û mafê gel ê ragihandinê bibersivînin. Di derbarê pîvana rojnamevaniya gerdûnî de rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Girtin û zîndanîgkirina rojnamevanan naye qebûlkirin. Hêvî dikin ku êrişa li ser pîşeya rojnamevaniyê bi dawî bin. Wek geveke yekemin yê vî hêviyê serbeset berdana Hevserok me Dicle Muftuoglu û hevpîşeyên me yên din e. Girtîgeh ne cihê rojnamevanan e!”
DFG’ê herî dawî di raporê de bibîr xist ku di 3’yê Kanûna 1994’an de Rojnameya Ozgur Ulke bi êrîşa bombeyî rastî êrîşa tunekirinê hat û wiha bi dawî kir: “Di salevera vê êrîşê de jî dertê ku rojnamevan û rojnamevanî naye tirsandin û naye rewestandin. Di dawiya nirxandinê de careke din vê êrîşa hovane şermezar dikin. Di şexsê Rojnamevan Ersîn Yildiz ku di vê êrîşê de hat qetilkirin hemû şehîdên çapameniyê careke din bi rêzdarî bibîrtinin.”