Qûtiya pêlava karkeran valeye!

Qûtiya pêlava karkeran valeye!

Bi hezaran karkerên li Îzmîrê bi banga KESK’ê dest bi grevê kirîn, gotin; “Em lidijî nerêtiya AKP’ê, nerêtiya bûçeya li qadanîn.” Bi operasyonên li himberî nerêtiyê de qûtiyên ku tejî dolar derketîn holê re karkeran jî gotin; “Qûtiya pêlava karkeran valeye”

Bi hezaran karkerên ku li qada Basmanê hatîn li gel hev pankartên li ser “Ji dîkdatoriya AKP’ê re bese”, “Êdî bese”, “Em mafê xwe dixwazîn” hatîn nivîsandin hatin vekirin û ber bi qada Konakê ve meşiyan. Di sloganên avêtîn de bertekên xwe nîşanî tebloya di encama operasyonên nerêtiyê de derketin holê de nîşandan. Di meşê de sloganên weke “Ne ji dizan re, ji karkeran re buçe”, “Em destorê nadin talanan” hatin avêtin. KESK’iyan rêya Bûlvarê bi karanîn û gihiştîn qada Konakê.

Li wê derê li ser navê Şaxên Pletformên KESK’ê berdevkê platformê Ramis Saglam axivtinek kir.

Saglam, li vêderê bûçeye ku ji aliyê hikûmetê ve rawa hatî dîtin avêt deng danê û got: “kesên ku buçeyê di pejîrin bila destê xwe rakin.” Lê tu kesê destê xwe ne rakirin. Dema ku hat gotin “ kesên ku napejirîn bila destên xwe rakin” hemû dest rabûn hewa.

Di qadê herî zêde çalakiya bi qûtiyên pêlavên vale hatîn kirin bal kêşan. Di qadê de bi mebesta piştgiriyê KESK’ê HDP, ÎHD, ÇHD, TMMOB, TTB û  İzmir Kadın Emeği Platforma Jinên Kedkar a Îzmîrê jî cihê xwe girtin.