Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li gelek bajaran hatin bîranîn
Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bîranîn.
Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bîranîn.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 104 kesên di Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de 10'ê Cotmeha 2015'an li Qada Gara Trenê ya Enqereyê di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya bi piştgiriya dewletê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
AMED
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji qurbaniyên komkujiyê Abdullah Erol li Goristana Yenîkoyê li ser gora wî bi bîr anî. Rêveberên HDP, DBP; MEBYA-DER û MED DER'ê beşdarî merasîma bîranînê bûn. Ji Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Gulhan Tekîn li merasîmê axivî û got, "Hevalên me yên şehîd bûn, heta kêliya dawî daxwaza aştî, edalet û wekheviyê kirin. Heta bicihanîna van daxwazan em ê têbikoşin." Girseya gel qurnefîl danî ser gora Erol.
ÎZMÎR
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li ber Gar a Trenê ya Alsancakê li pêşiya Bîrdariya 10'ê Cotmehê çalakiya bîranînê lidar xist. Bi sedan kes tevlî bûn. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hilda. Hevsera ji qurbaniyên komkujiyê Mesût Mak, Evrîm Mak li bîranînê axivî û got, "Mesût ji bo edaletê çû, ji bo kes nemirin çû. Min texmîn nedikir ku berdêla aştiyê ewqasî giran be."
RIHA
Li Rihayê, ji qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan li navçeya Pirsûsê li ser gora xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku 103 kes li gel îstîxbaratê jî hatin qetilkirin û hate gotin, "Bûyerên di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de qewimîn ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye." Hate destnîşankirin ku wê hesabê komkujiyan bipirsin.
EDENE
Li navçeya Seyhan a Edeneyê li ber Bîrdariya Aştiyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Berdevka Demkê ya Platforma Şaxên Edeneyê yên KESK'ê Fatma Sariogûz Guney anî ziman ku heta kiryarên komkujiyê bêne eşkerekirin wê têbikoşin. Guney got, "Yên ku kiryaran vedişêrin şirîkê vî sûcî ne." Neslîgul Sarikaya jî nameya ku ji bo keça xwe Dîlan Sarikaya nivîsî bû xwend, ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da.
MELETÎ
Platforma Şaxên Meletiyê yên KESK'ê li Parka Aştiyê li ber Bîrdariya 10'ê Cotmehê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de ku gelek kes amade bûn, Serokê Şaxê Meletiyê yê Sendîkaya Egîtîm-Senê Kazim Albayrak axivî. Piştre jî Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya peyam da û got, "Doh li Îdirê li parlamenterê me Habîk Eksîk xistin û lingê wî şikandin. Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya kiriye hate qetilkirin. Akademîsyen Nagîhan Akarsrel hate qetilkirin. Dibe ku navê wan cuda be, lê belê heman mejî ew qetil kirin, êşkence li wan kirin." Piştî daxuyaniyê qurnefîl hatin danîn û balonên spî hatin firandin.