Qeymeqamê Lûdwîgshafenê serdana NCDK a Mannheîmê kir

Qeymeqamê navçeya Lûdwîgshafenê Clemens Korner, serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Mannheîm ê Elmanyayê kir. Korner bi qasî 2 saetan hevdîtin bi rêveberên navendê re kir.

Qeymeqamê Lûdwîgshafenê Clemens Korner, serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê kir. Di hevdîtinê de ku bi qasî 2 saetan dewam kir, rayedarên navendê rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê ji qeymeqam Korner re ragihandin û bal kişandin ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin.

Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên Kurdan jî agahî hat dayîn û daxwazên NCDK'ê xal bi xal ji qeymeqam Korner re hatin ragihandin.