Qetilkirina Baran Ebdî li Mersînê hate şermezarkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê êrişên li ser Rojava û qetilkirina Baran Ebdî yê ji Kobanê li Tarsûsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê êrişên li ser Rojava û qetilkirina Baran Ebdî yê ji Kobanê li Tarsûsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.
Îsmaîl Ogûz bi navê platformê daxuyanî da û anî ziman ku qetilkirina Baran Ebdî ne tenê kuştineke şexsî ye; êrişek li ser îradeya jiyanê, mafê nerazîbûna demokratîk û hêviya aştiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê rê nedin nijadperestî û sorkirina dijminatiya navbera gelan."
Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî axivî û diyar kir ku pêvajo bi zanebûn ber bi wê yekê ve tê birin ku zemîna şer amade bike.
Tanhan bal kişand ser girîngiya siyasî û dîrokî ya Rojava ji bo gelê Kurd û destnîşan kir ku polîtîkayên ku şer giran dikin wê bi ser nekevin.