Qehremanên 14’ê Tîrmehê ku mîna rojê hiltên û her tim ronî dikin

14’ê Tîrmehê ji bo me model e, pêşeng e, mînak e. Divê em bi erkên xwe yên li dijî faşîzmê û avakirina jiyana azad vî ruhî zindî bihêlin û bi serketinê bilind bikin.

Zindana Amedê ket nava tarîtiya faşîzma 12’ê Îlonê. Pêşî agirê Newrozê yê hevrê Mazlûm Dogan, piştre agirê ku di 18’ê Gulanê de ji bedenên Çar Şoreşgeran belav bû û herî dawî di 14’ê Tîrmehê de Rojiya Mirinê ya Mezin a hevrê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmehê de ev tarîbûn da derbaskirin, Zindana Amedê û Kurdistan bi ronahiyeke pîroz ronî kir.

Di ronahiya wan de ruhê berxwedanê zindî bû, can da hemû giyanên ziwa û ko bûye.

Derba herî mezin li îxanetê xist û ji bo dîrok, me û mirovahiyê re bû çavkaniya hêvî, hêz û îlhamê.

Em deyndarê şehîdên vê çalakiya lehengiyê ne, ya ku di pêşengtiya hevrê Hayrî de hate kirin û Hayrî gotibû ‘Li ser gora min binivîsin, deyndarê vî gelî ye’. Li hemberî vê çalakiya wan a dîrokî em deyndar in. Ji bo me rûmeta herî mezin e ku em vî deynî her roj û di her kêliyê de bi berxwedan, têkoşîn û avakirina serfiraziyê bidin.

Şehîdên Rojiya Mirinê wekî çar perperîkan bedena xwe dan oxira armanca xwe, li asîmanan bûne stêrkên ku her dem diçirûsin, bûne sembol û serfiraziya siberojê.

Ev şehîdên ku hêviya îro û heqîqeta sibe ne, bûne bingeha Partî û gerîla, wekî rojekê ava bûn.

Bi hêza dilsoziya xwe ya bi gelê xwe, doz û Rêber Apo re, bi zimanê gelê Kurd bi zimanê bêdengkirî bûn çavkaniya hişmendî, cesaret û hêzê.

Destana kîn û nefreteke mezin ji dijmin re nivîsandin û di heman demê de destana tolstendina mezin a ji dijmin nivîsandin.

Ev destan destana Hayrî Dûrmûşan e ku digot ‘Li ser gora min binivîsin deyndarê vî gelî ye’ ya Kemal Pîran e ku digot ‘Bi qasî ku em di oxira wê de bimirin, em ji jiyanê hez dikin’ û ya Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan e ku bedena xwe roj bi roj helandin û bi xwîna xwe nivîsandin.

Destana biratî û yekitiya gelan a di jiyan û mirinê de ji Kurdistanê ber bi Behra Reş ve pirek e.

Wan bi têkoşîna xwe ya bêhempa roj bi dest xistin û siberoj afirandin.

Wan li hemberî zilma faşîzmê, li hemberî êşkenceyên herî mezin û li hemberî îxanet û teslîmiyetê bi bedena xwe gotin bisekine û tişta ji vê wêdetir jî derbas kirine.

Bi helwesta xwe ya şoreşgerî, bi jiyan, kesayet û îdiayên xwe yên rêbertiya Partiyê berxwedaneke wiha kirin û zindana Amedê kirin qiblegeh.

Helbet Rêber Apo yê ku berê xwe da vê qibleyê, vê rastiya mezin a berxwedanê, ruhê vê çalakiyê û fermana ku dayî bi awayekî herî watedar xwend û veguherand pêngava gerîla.

Gerîla li Kurdistanê tê wateya Mazlûm Dogan, tê wateya Çar Şoreşgeran, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek. Tê wateya tevger, bawerî, dilsozî, li dijî her cure êrîşan têkoşîna bi ruhekî fedaî.

Tê wateya şikandina her cure dudiliyan, tê wateya pêkanîna tiştên ku her kes dibêje ‘ne mumkun e were kirin’, tê wateya serkeftin û temsîlkirina jiyana azad. Ji ber ku gerîla li ser hîmê van nirxan hatiye avakirin û xwe dispêre vê çavkaniyê. Ji ber vê yekê him nêzîkatiyên dijmin û hem jî yên tasfiyekar ku digotin 'ne pêkan e' şikand û pêngaveke mezin avêt. Li zindana Amedê faşîzm têk çû.

Di berxwedana mezin, biryardarî, evîna jiyana azad û rikberiya çalakvanên rojiya mirinê de, faşîzm têk çûye.

Berxwedana awarte ya gerîla ya îro, berxwedana bê hempa ya bedenên ciwan a li hemberî êrîşên faşîst ên nedîtî, ji rastiya 14’ê Tîrmehê nayê cihêkirin. Gerîla li ser vê rêya watedar bi biryar dimeşe û li ser esasê hevrêtiya rast a van hevrêyên qehreman dimeşe. Îro li Zap, Avaşîn, li rojavayê Zapê, Metîna û Bakurê Kurdistanê gerîla di xeta 14’ê Tîrmehê de bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide, berxwedan û berxwedana 14’ê Tîrmehê dide domandin.

Gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd ên ku bi rojiya mirinê ji xew rabûn, wê axa mirinê ya ser xwe avêtin, beton şikandin û vê meşa bi rûmet didomînin. Ruh û xeta enternasyonal a di xeta Kemal Pîr de pêk hatiye, meşa xwe bi biryardarî didomîne.

Li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ku dixwazin Kurdistan û Tirkiyeyê di zindana Amedê de binax bikin, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên qirkirinê, êdî dem dema têkoşîn û serketinê ya bi ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Bi ruhê 14’ê Tîrmehê, bi ruhê berxwedanê yê gerîla ku 14’ê Tîrmehê rojane dide jiyîn, dem dema berxwedan û avakirina jiyana azad e. Ciwan û jin dînamîkên vê têkoşînê ne ku, li hemberî vî dijminî stûyê xwe xwar nakin.

14’ê Tîrmehê ji bo me model e, pêşeng e, mînak e. Divê em bi erkên xwe yên li dijî faşîzmê û avakirina jiyana azad vî ruhî zindî bihêlin û bi serketinê bilind bikin.

Em bi biryar in ku bi paradîgma û felsefeya Rêber Apo, li ser şopa hevrêyên xwe yên ku ewqasî jê hez kirin û şehîd ketine, di meha Tîrmehê de çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin, li çiyayên Kurdistanê dijmin têk bibin. Soza me ji bo van hevrêyên mezin ev e. Em şehîdên 14’ê Tîrmehê bi wateyek wiha, bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin û dibêjin teqez em ê li ser rêya serkeftinê bimeşin.