Di rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Alî Îhsan Kitay ku weke dozên KCK’ê yên Almanyayê tên binavkirin, ji bo şahidiyê bang li şefê Daîreya Krîmînal a Alman (Bundeskriminalamt-BKA) hate kirin. Lê aşkere bû ku haya şefê polîsên Alman PKK û şerê li Kurdistanê ye û got; “em şerê li Sûriyeyê di Tv de temaşe dikin”.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Alî Îhsan Kitay ku dê di cotmeha 2011 de li Hamburgê di çarçoveya madeya 129b ya qanûna terorê de hate girtin berdewam dike. Di vê doza weke doza pîlot a gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ên ku di girtîgehan de ne tê zanîn, Kitay ji 13’ê tebaxê ve derbikeve pêşberê Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburgê.
Kitay 20 salan di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de ma, saleke li Almanyayê bê ku bê darizandin, di girtîgeha Damtorê de tê ragirtin. Kitay ji gulana 2007 û îlona 2008 ve bi hinceta rêveberê PKK’ê ye, li bakûrê Almanyayê tê darizandin. Parêzerên Kitay pêşî ji dadgehê xwest biryar bidin ka “PKK rêxistina terorê ye” an jî “tevgera azadiyê ye” biryarek bide, lê dadgehê vê darxwazê red kir.
"MIN ÎDEOLOJIYA PKK’Ê FÊM NEKIR"
Di rûniştina dozê ya ku duh pêk hat de, ji bo agahî derbarê pêkhateyên PKK û KCK’ê de bide, bang li Şefê Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê (Bundeskriminalamt-BKA) hate kirin, lê aşkere bû ku tu agahiyên şef ji PKK û şerê li Kurdistanê tune ye. Şefê polîsan agahiyên pir kêm da dadgehê, agahiyên ku derbarê PKK’ê de dane jî yên beriya sala 2006 in. Şefê polîsan got; “Ger ez bi aşkereyî bêjim, ji tekstên ku min xwendin min îdeolojiya PKK’ê fêm nekir.
Şefê polîsan da zanîn ku ew pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tenê ji televîzyonan dişoşîne û aşkere bû ku tu haya wî ji şerê li Kurdistanê, êrîşên li hemberî siyaseta Kurdan, zextên li ser BDP’ê, terora polîsên AKP’ê tune. Parêzeran jî got; “Tu ferqa têkoşîna li Kurdistanê ji ya li Baskê tune ye.”
Nayê payîn ku beriya meha berfanbarê di rûniştina doza Kitay de biryarek derbikeve. Bi heman awayî rûniştina doza siyasetmedarên Kurd di hefteya borî de li Dadgeha Bilind a Eyaleta Stuttgartê hatibû destpêkirin. Siyasetmedarên Kurd ên Ridvan Ozmen ûe Mehmet Akan ên ku ji Tirkiyeyê ji ber zextan reviyan Almanyayê û daxwaza mafê penabertiya siaysî kirin ji rêvebertiya Komeleyên Ciwan tên darizandin.