Li Mûglayê piştî nîjadperestan êrîşî xwedekarên Kurd kirin û Şerzan Kûrt yê di encama guleya polîsan ya ji serê xwe xwar jiyana xwe ji dest dayî, di rûniştina biryarê ya di derbarê bûyerê de qatilê polîs yê Şerzan Kûrt kuştî Gultekîn Şahîn hate tahliye kirin.
18’mîn rûniştina doza xwendekarê Kurd Şerzan Kûrt ku di encama gulebarana polîsan de ji serê xwe birîndarbû û jiyana xwe ji dest da îro hate dîtin.
Bersûc polîs Gultekîn Şahîn, parezêrê Gultekîn, bavê Şerzan Kurt Omer Kurt, dayîka Şerzan Kurt Necla Kurt, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Serokê Egîtîm Sen Unsal Yildiz û endamên Înîsiyatîfa Ji bo Şerzan Kurt Dad di rûniştina 1’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê de amadebûn.
Dozgeriyê di rûniştina borî de mutalaa xwend ji bo Şahîn şûna "Bi rastî mirov kuşt" "Belkî bi rastî teşebusa kuştina mirov kiribû" cezayê girtîgehê xwestibû.
Piştî navber dan rûniştinê dadgehê biryar da û biryara tahliye kirina polîsê qatîl Gultekîn Şahîn da.