Polîsê li Rihayê birîndar bû mir

Polîsê li Rihayê birîndar bû mir

Yek ji polîsên di encama êrîşa li ser noqteya polîsan ya li navçeya Wêranşar ya Rihayê birîndar bibû, li nexweşxaneya dihat derman kirin mir.

Li gorî agahiyan, polîs Mahmût Kayan yê ku 2’ê Îlonê di encama êrîşa li ser noqteya polîsan ya li Wêranşarê birîndar bibû, piştî birîndar bû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Riha Balikligolê.

Kayan ku demekê li vê derê hate derman kirin, hefteya borî bi balefira ambûlansê şandibûn Enqereyê. Kayan ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gazî dihat derman kirin, îro mir.