Siyasetmedarên HDP’ê di salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskiyê de, xwestin 34 ciwanên Kurd ku piraniya wan zarok bûn; ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên şer hatin qetilkirin, bi bîr bînin. Lê polîsan êrîşê siyasetmedaran kir. Beriya bibîranînê, polîsan dor li Rêxistina HDP’ê ya Esenlerê girt û biryara qeymeqam kir hinceta qedexekirina bibîranînê.
Girseyê tevî hemû astengiyan xwest bi Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû re, merasîma bibîranînê li dar bixe, lê polîsan êrîş bir ser. Gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin û xebatkarên çapemeniyê bi mertalan hatin derbkirin û ji qadê hatin derxistin.
JI HDP’Ê RE QEDEXE YE
Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû bertek nîşanê destgîrkirina kêfî da û diyar kir ku destûr nayê dayîn ku bi boneya salvegera Komkujiya Roboskiyê daxuyanî bê xwendin. Kenanoglû destnîşan kir ku dema her partî û saziya li gorî karê wan, tên vir daxuyaniyê didin, lê ji HDP’ê re qedexe ye û wiha got: “Hevalên me hatin destgîrkirin û destûra xwendina daxuyaniyê nehat dayîn. Komkujiya Roboskiyê, komkujiyek e ku vê dewletê li ber çavên hemû cîhanê ciwanên Kurd qetil kirin. Yê daye kirin, bombe kir, yê ferman daye diyar e. Lê heta bi îro tu lêpirsîn nehatiye kirin, tu encam rû nedaye û kesê tu ceza negirtiye.“
‘EM Ê HESABÊ ROBOSKIYÊ BIXWAZIN’
Kenanoglû bi bîr xist ku di dîroka 100 salên komarê de, di dema hemû hikûmetan de çi qewimîbe, niha jî heman tişt diqewime û got: “Dema Kurd tên qetilkirin, deng ji wijdan û edaletê nayê.“
Kenanoglû ragihand ku çi jî bibe ew ê Komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin û ev tişt gotin: “Em nahêlin ev komkujî ji bîr bibe. Dibe ku em bên destgîrkirin, destûra xwendina daxuyaniyê nedin, lê tevî van hemûyan jî em ê li dijî hemû zext û zilman, nehêlin ku Komkujiya Roboskiyê ji bîr bibe. Heta roja pirsîna hesabê 34 canên xwe em ê bi biryardarî bisekinin.“