Polîsan êrîşê bîranîna Komkujiya Sêwazê kirin
Bi boneya Komkujiya Sêwazê li Stenbol Sarigaziyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin, polîsan êrîşê bîranînê kirin.
Bi boneya Komkujiya Sêwazê li Stenbol Sarigaziyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin, polîsan êrîşê bîranînê kirin.
Bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Sêwazê ji aliyê Komîteya Amedekar a Sarigazî ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin, polîsan êrîşê bîranînê kirin. Polîsan bi hinceta hilgirtina wêneyê şoreşgerê pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya, êrîşê meşa ku li Kolana Demokrasiyê kirin. 6 kes bi êşkenceyê hatin destgîkirin. Alîkarê Midûrê Emniyeta Stenbolê Hanifî Zengîn jî bi gotina, “Gelo kesek heye ji me re tîştek bibêje?” gef li girseya ku bertek nîşanî pêkanînên kêfî dan, xwar.
Girse ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û hewl hat dayîn çapemeniyê asteng bikin. Rojnameger Emre Orman ku dîmen digirt, hat destgîrkirin.