Polîsan di cejnê de jî Dayikên Şemiyê destgîr kirin

Dayikên Şemiyê xwestin bi wesîleya cejnê qerenfîlan deynin Qada Galatasarayê. Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir û 22 kes destgîr kirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 953’emîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 12’emîn de polîsan bi hinceta "qedexeyê" Dayikên Şemiyê dorpêç kir.

Polîsên êrîşî çalakiyê kir, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 22 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan hatin destgîrkirin. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand.

Navê kesên hatine destgîrkiriyan wiha ne: Hanife Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosun, Sebla Arcan, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Arat Dînk, Hatîce Korkmaz, Oya Ersoy, Îsmaîl Yucel, Gulendam Ozdemîr, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Kemal Bûlût, Hatîce Onaran, Meryem Bars, Pelîn Laçîn, Huseyîn Aygul, Zehra Demîr, Kenan Yildizerler.