Piştî serdegirtinan gel li ber avahiya Şaredariya Wanê kom dibe

Piştî serdegirtinan gel li ber avahiya Şaredariya Wanê kom dibe

Li Wanê lêgerîna ku di encama serdegirtina Şaredarî û avahiya BDP'ê de destpê kiri bû bidawî bû. Piştî serdegirtinê gelek kesên li hev civiyan dest bi meşê kirin.

Piştî serdegirtina bi fermana 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê ya hemwext li Wanê li hemberî şaredarî û avahiya BDP'ê pêk hatî lêgerîn hat destpêkirin. Di encama serdegirtinê de li avahiyan lêgerîn destpê kir. Piştî lêgerînan jî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Hevseroka BDP'ê Mîhrîban Şah hatin binçavkirin û birin midûriyeta ewlehiyê. Piştî serdegirtin û binçavkirinan gelek kes li ber avahiya şaredariyê ya li taxa Seyît Fehîm Arvasî civiyan û bi dirûşmeyên; "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin" dest bi meşê kirin. Meşa ku ber bi navenda bajêr ve berdewam dike. Ji hêla din ve jî bi hezaran kes ji niha de li ber avahiya BDP'a bajêr lihev civiyan. Tê payîn ku di demjimêrên pêş de daxuyaniyeke girseyî bê dayîn.

Şaredar û hevserokên ku hatin binçavkirin dê bînin midûriyeta polîsan ya Wanê.