Kartal piştî 30 salan hat berdan: Ez şanaz im ku neferekê vê têkoşînê me
Girtiyê nexweş Mehmet Kartal ê ku piştî 30 salan hat berdan wiha got: “Me bi serbilindî dest bi têkoşînê kir û em ê wisa berdewam bikin.”
Girtiyê nexweş Mehmet Kartal ê ku piştî 30 salan hat berdan wiha got: “Me bi serbilindî dest bi têkoşînê kir û em ê wisa berdewam bikin.”
Mehmet Kartal (50) ku li Girtîgeha tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kartal, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Buca û Torbaliyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
Kartal, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Ji ber azadiya xwe keyfxweş im lê li rexa din jî ji ber hevalên di girtîgehê de xemgîn im. Hesreta girtiyên di girtîgehan de, berxwedêriya wan e. Me bi serbilindî dest bi vê têkoşînê kir û dê bi serbilindî bidomînin. Ez şanaz im ku neferekê vê têkoşînê me.”
Kartal, spasiya kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn kir û wiha domand: “Ev pêşwazîkirin ne pêşwazîkirineke şexsî ye. Encama têkoşîna civakê ye. Weke ferdekê vî gelî ez bi serbilindî jiyam û dê bijîm.”
Piştre jî Kartal çû cem malbata xwe ya li navçeya Gazîemîrê. Kartal, li vir bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin.