Piştî 14 'ê Tîrmehê çalakiya li dijî konsolosxaneyê

Parmaksiz û Aral ên di 2'ê Tebaxa 1982'an di çalakiya li dijî Konsolosxaneya Tirk a li Berlînê de cih girtibûn, diyar kirin ku wan biryara çalakiyên sivîl ên bi bandor girtibûn û her wiha destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê nerazîbûnên îro têrê nake.

Em bi Îsmaîl Parmaksiz û Muharrem Aral ên ku di 2'yê Tebaxa 1982'an de piştî destpêkirina Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li dijî Konsolosxaneya Tirk a li Berlînê çalakiya protestoyî pêk anîne de cih girtine, li ser mijara bandora çalakiya li Zindana Amedê, berteka girseya Ewropayê û tecrîda ku îro jî didome axivîn.

Bi salan e hûn di nava Tevgera Azadiya Kurd de cih digirin. Bi salan e hûn li Ewropayê ne. Li Ewropayê pêşî bandora çalakiya Mazlûm Dogan, piştre çalakiya çar şoreşgeran a 18'ê Gulanê û çalakiya rojiya mirinê ya mezin a di sala 1982'an de ji aliyê Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Kemal Pîr ve hatibû destpêkirin çawa bû?

Îsmaîl Parmaksiz: Di salên 80’î de gelek hevrê hatibûn girtin, di zindanê de bûn. Wê demê li Ewropayê ewqas girseyên me tunebûn lê pêkhateyeke milîtanî hebû. Wê demê ji rewşa hevrêyên di zîndanê de û ji Rêber Apo me nedikarî agahî bigirta. Wê demê me li Berlînê belavok belav dikirin. Di wan belavokan de me dixwest balê bikişînin ser rewşa hevalan, gumana me ya li ser jiyana wan. Paşê berxwedanê di zindanan de dest pê kir. Berxwedana rojiya mirinê piştî Mazlûm dest pê kir. Ji bo em berxwedana rojiya mirinê ji gel re bidin agahdarkirin, ji bo hin sazî li hember vê rewşê hesas bin, me xwest tiştekî bikin.

Muharrem Aral: Ez dixwazim bi kurtî behsa çend xalên sereke bikim. Di serî de ez şehîdên me yên 14’ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez diyar dikim ku em ê heta mirinê girêdayî wan bin. Beriya her tiştî teslîmiyet û xiyaneta li girtîgehan dihate ferzkirin bandorek neyînî çêkir. Li zîndanan dijî bi hezaran welatparêz û hevrêyên me bi pêkanînên giran û êşkenceyê re xwestin teslîm bigirin. Wê demê di bin pêşengiya Şahîn Donmez de di bin navê Yildirim Merkît û Ciwanên Kemalîst de xwe birêxistin kiribûn; armanc berxwedan şikandin û teslîm girtin bû. Çalakiya hevrê Mazlûm Dogan çalakiyek hînker e û li dijî teslimiyet û îxanetê pêş ket. Çalakiya çar şoreşgeran a ku wê demê hatiye pêşxistin jî gelekî jiyanî, girîng bû. Hevrêyên me Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner bi lehengî li dijî hemû ferzkirinên dijmin li ber xwe dan û bedena xwe dane ber agir. Bi gotineke din, encamên ku divê ji aliyê gel ve bên derxistin hene.

Van çalakiyan derbeya herî mezin a li hemberî her cure teslîmiyet û xiyaneta li girtîgehan dihate ferzkirine. Divê hemû çalakiyên van hevrêyan weke qehremantiyê bê nirxandin. Destana qehremaniyê ye.

Helbet ev berxwedan û şehadeta ku li girtîgehan pêşketibû li derve jî bandorek mezin kir. Rewşa me hebû ku em li Ewropayê kêlî bi kêlî li van berxwedan û şehadetan bişopînin. Pir bandor li me kir. Di vê çarçoveyê de ji bo li dijî êrîşên dijmin û di heman demê de xwedî li çalakiyên hevrêyên me li vir gelek çalakî hatin lidar xistin. Grevên vekirî, meş, mîtîng û wekî din gelek çalakî hatin lidar xistin.

We çawa xebera şehadeta Mazlûm Dogan girt, xebera berxwedana 14’ê Tîrmehê çawa gihîşt we? Her wiha di sala 1982’an de dema grevên birçîbûnê dest pê kir, Konsolosxaneya Tirk a li Berlînê hate protestokirin. Hûn jî beşdarî vê protestoyê bûn. Ew protesto çawa pêş ket?

Îsmaîl Parmaksiz: Me paşê xeber girt. Me li vir tavilê xebera şehadetê negirt. Piştî ku xeber hat me li vir çend çalakî li dar xistin, lê di serî de ev çalakî ne pir mezin bûn. Dema rojiya mirinê li zindanê dest pê kir em hatin cem hev. Wê demê rêxistinbûna me jî li vir ne zêde bû. Komek me yê biçûk hebû. Ji ber vê yekê hevalên me pir kêm bûn. Me nîqaş kir ku divê em li ser vê yekê tiştek bikin. Yanî her çiqas em meşiyan jî koma me wê demê zêde tunebûn. Tevgerên din ên çep wê demê pir xurt bûn. Lê belê, ji bilî beşeke diyarkirî ji wan, ew ji vî karî re zêde hestiyar nebûne. Xwe di vî karî de nedîtin. Di dawiyê de me got ku divê em vê mijarê ji raya giştî re eşkere bikin. Ew ê çawa bibe? Em ê çawa bertek nîşan bidin? Me van nîqaş dikir.

Wê demê konsolosxaneya dewleta Tirk hebû. Em hatin ba hev. Her çendî hejmar kêmbû jî Ala Rizgarî û Rizgarî hebûn. Me gazî wan jî kir. Me behsa rewşa welat kir. Me anî ziman ku di zindanan de berxwedan heye, divê ji bo bersivdayîna vê berxwedanê tiştek bê kirin. Bêyî ku em serî li çalakiyên tundî bidin me got em çalakiya rûniştinê pêk bînin û çapemeniyê agahdar bikin. Aliyan ev pêşniyar qebûl kirin. Li gorî plansaziya me, em ê ji saet 09:00 heta 10:00 biketana konsolosxaneyê. Konsolosxane wê demê ne wekî îro bû. Ketina konsolosxaneyê hêsan bû. Me plan kir ku em bi cot an jî ferdî bikevin konsolosxaneyê. Me di çalakiya rûniştinê de diyar kir ku, cuntaya faşîst li dijî hevrêyên me yên li welat êşkence û pêk anînên dermirovî pêk tîne, em ji hevrêyên xwe agahî nagirin, ew sax in an tiştek bi wan hatiye em nizanin û me xwest ev rewş ji raya giştî re bê parvekirin. Rizgarî û Ala Rizgarî jî pêşniyara me qebûl kirin. Me dem diyar kir. Em ê saet di 10:00 de li metroyê hev bibînin û komên ji du kesan têkevin konsolosxaneyê. Piştre Rizgarî û hevalên Ala Rizgarî hatin û gotin, "Hevrêyên me dixebitin, nikanin werin." Me got em ê vê çalakiyê bikin.

DEMA KU PEYVA KURDISTAN DERBAS BÛ ÊRÎŞ KIRIN

Em ketin hundur. Dema ku em ketin hundir daxuyaniyek me hebû, me bi Elmanî û Tirkî xwend. Em pêşî Elmanî, paşê Tirkî dixwînin. Dema me armanca çalakiya xwe diyar kir, me got, “Armanca me çalakiya rûniştinê ye li vir.” Me ji sivîlên li wir bûn re got, ‘Li welat pirsgirêk heye, ev pirsgirêk li welat tê jiyîn. Hevalên me li wir di greva birçîbûnê de ne. Haya me ji wan tune. Em nizanin sax in, an na. Weke însan divê her kes li vê yekê xwedî derkeve. Hûn tenê li me guhdarî bikin.’ Paşê dema ku min daxuyanî dixwend, çawa peyva Kurdistan derbas bû, yekser wezîfedarên konsolosxaneyê ketin tevgerê. Bi daran dest bi êrîşan kirin, lê me li ber derî tedbîr girtibûn. Li wir şer derket. Di wî şerî de birîndar bûn.

YEK JI KESÊN DESTPÊKÊ ŞEHADETA MAZLÛM BIHÎST

Muharrem Aral: Nêzîkatiyeke hovane ya faşîst a qirker, weke geşedanên li welat, berxwedana zindanan, şehîdkirin, êşkencekirin û destgîrkirina bi sed hezaran gelê me hebû. Li aliyê din li kuderê Ewropa û cîhanê dijî, bijî xwedî derketina li gel û şehîdan erkekî me ya herî bingehîne. Li ser vê bingehê li Ewropayê jî hin çalakî pêş ketin. Li dijî pêkanîna wan, li Berlînê çalakiyek wiha hat lidarxistin. Ez jî di çalakiyê de bûm. Birîndar bûm di vê çalakiyê de. Bi hatina polîsên Elman re hevrêyan derketin derve, lê min nekarî. Derbeyên ku min di wê kêliyê de girtin hene.

Ez yek ji wan kesan im ku li Ewropayê şehadeta Hevrê Mazlûm bihîstiye. Heval Fuat ji Swêdê telefon kiribû. Min jî rewş gihandin cihên pêwîst. Berxwedaneke girîng bû.

Wê demê ez li Hunerkomê bûm. Me tiştên li girtîgehê diqewimin dikir lîstik. Mînak me şanoyek li ser berxwedana heval Mazlûm Dogan amade kir û lîst.

Bandora çalakiyê çi bû?

Îsmaîl Parmaksiz: Hemû çapemeniya navneteweyî û çapemeniya Elman çalakiya me bi zimanekî xweş ragihandin. Li ser rûpelên pêşîn di manşetê de hatin dayîn. Derket holê ku me çalakiya rast kiriye. Çalakiyek baş bû û hêz da.

Muharrem Aral: Nêzîkî mehekê ev nûçe di çapemeniyê de cih girt. Bandoreke mezin çêkir. Di heman demê de dengê têkoşîna me jî hate bihîstin. Ji ber vê yekê di çapemeniya Ewropayê de bêdengiyek hebû. Di kanalên weşanê de nehatin weşandin. Bi kêmanî ronîkirina çalakiyeke bi vî rengî ya di çapemeniyê de roleke pir girîng di gihandina dengê me de lîst. Helbet paşê meş, xwepêşandan, mîtîng, grevên birçîbûnê û hwd. gelek çalakî pêş ketin.

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ KÊM E

Ji aliyekî ve li girtîgehan berxwedan heye û ev berxwedan hê jî didome. Bi taybetî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin. Agahî nayê girtin. Hûn berteka li hemberî tecrîdê li gorî wê pêvajoyê çawa dibînin?

Îsmaîl Parmaksiz: Ji Serok Apo tu xeber nîne. Rewşa wî çawa ye, tiştek nayê zanîn. Niha dema em îro lê dinêrin, em pasîf in. Gelek girse, ewqas piştgirî heye, lê em pasîf in. Em bi çalakiyên asayî hewl didin vî karî bimeşînin, lê ev têrê nake. Divê em li ser vê yekê bisekinin. Divê em vê wehşetê bi çalakiyeke hîn bi bandortir û cudatir ji raya giştî re ragihînin. Dinya dizane lê nakeve tevgerê. Ji bo hin sazî tevbigerin, divê çalakiyên cuda bên kirin. Ew îmkanên me hene. Ji ber vê yekê ez çalakiyên îro têr nabînim. Ji ber vê yekê ger wiha berdewam bike em nikarin bibin bersiva vê. Em nikarin hin saziyan seferber bikin. Divê em berfirehtir bifikirin, divê em bi berfirehî nîqaş bikin. Em çi bikin, çawa bikin ku em zorê bidin raya giştî ya cîhanê. Di vî warî de ez dixwazim bibêjim ku rewşa me têrê nake. Em li Ewropayê qels dimînin.

Muharrem Aral: Yek ji meylên sereke yên dewleta Tirk a faşîst a qirker, bêbandorkirina Rêberê me ye. Rejîma qirkirinê nêzîkatiya ku tu kurdekî herî biçûk jî mafê xwe nagire nîşan dide. Di şexsê Rêbertiya me de jî vê dike.

Di girtîgehan de her roj hema mirinek heye. Kesên ku 30 sal xizmet kirine, ji ber ku nabêjin poşman in nayên berdan. Ew ji mirinê re têne hiştin. Bi dehan hevalên me yên wiha hene. Berxwedaneke mezin nîşan didin.

Ger em di warê Ewropayê de binirxînin, geşedanên li welêt me ji nêz ve eleqeyek dike. Jiyanî ye. Di vî warî de divê em bi çalakiyên dewlemendtir nîşan bidin. Divê em Rêbertiya xwe û têkoşîna xwe heta mirinê hembêz bikin. Ew giyana me ye. Ji bo wî çi ji destê me tê divê em bikin.

Çalakiyên niha gelek qels in. Bertek pêş dikevin, hene. Berê jî bertek hebûn, lê pêwîst e xurtkirin û dewlemendkirin esas be. Bi tevger û çalakiyên cuda yên afirîner, divê şêwazên çalakiyê hebin ku vê meyla dijmin deşîfre bike, pûç bike û di têkoşîna me de Rêberê me biparêze.