Pirtûka Cansiz ‘Jiyana min her tim şerbû’ digihêje xwendevanan

Pirtûka Cansiz ‘Jiyana min her tim şerbû’ digihêje xwendevanan

Pirtûka Sakîne Cansiz ya bi navê ‘Jiyana min her tim şer bû’ cîlda wê ya yekemîn ji aliyê weşanxaneyên mezopotamyayê derket. Pirtûk bi wesîleya komkujiya Parîsê di 11’ê Çile de dê li Parîsê bi meşekê bigihêje xwendekarên xwe.

Jineke ku di serdema zû de gihiştiye heqîqetê.  Jiyaneke normal û asayî ji xwe re bê kelecan û ruh dîtiye û tu car destur nedaye ku jiyan hukmê xwe li ser bike.

Bêdadiya serdestan û xwediyên desthilatdariyan îzah nekiriye û ji bo wan biguherîne şer kiriye. Îradeyeke çelîk ya ku her tim xeta ji agir hilbijartiye.

Machîavellî mirov li du beşan vediqentand: Yên ku dîrokê çêdikin û yên dibin amûrê dîrokê. Sakîn Cansiz her tim bû aktorê çalakiyên çêker û afrîner.

 Kakila jiyana Sakîne Cansiz;Xwedî helwesteke ku di navbera gotin û çalakiyê de şaş nedibû, cesareteke ku her tim rîsk digirt û dijiyan, baweriyeke bê dawî dida rêheval, jin û civakê. Esaleteke ku tu car li dijî bêdadî, zext û zordariya cîhanê serî neditewand bû.

Rojnameger Ferda Çetîn di pêşgotina pirtûka bi navê ‘Jiyana min her tim şer bû’ de Sakîne Cansiz wiha vedibêje.

BANYANEK: SAKÎNE CANSIZ

Sernavê pêşgotinê ‘Banyanek: Sakîne Cansiz e’. Wateya gotina ‘Banyan’ û çima ji bo Cansiz tiştek wisa hatiye bikaranîn di hevokên nivîsê de heye. Banyan li Hîndîstanê dareke ku dijiye. Baskên darê heta jêr daketine, çawa li axê dikeve heme şîn dibe û bi hezaran dar li şûna wê tên çandin. Tenê ji yek darekê daristaneke mezin diafire. Her tim zêde dibe, nemire. Li Gunê Fîsê 27’ê mijdara 1978’an de ji du jinên ku tevli civînê bibûn yek Cansiz bû. Piştre çi bû? Li her çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa, çiya, gund û bajaran bi dehezaran banyan çêbûn. Banyana hemû jin û mirovahiyê.

Pirtûka Cansiz ya ku di 1996’an de li çiyayê Kurdistanê dest bi nivîsandina wê kiribû û di 1998’an de Qada Rojhilata  Navîn temam kiribû û ya ji 3 cîldan pêk tê, yekemîn cîlda wê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Parîsê de ji aliyê Weşanên Mezopotamya ve hat amadekirin. Pirtûk di 11’ê Çile de dê bi meşekê bigihêje xwendevanên xwe.

LI SER GOTINA OCALAN JIYANÊ DIDE NIVÎSIN...

 Cilda yekemîn ya pirtûkê ji welidîna Cansiz dest pê dike, şert û mercên gihandina wê, malbata wê, naskirina wê ya têkoşîna azadiyê, xebatên ku meşandine, geşedanên wê demê û pêvajoya girtina wê û navbera salên 1977-1979’an vedibêje.

Beriya derbasî beşên pirtûkê bibe, nivîsa têketinê ya Cansiz a dîroka wê 1997’e heye; di pirtûkê de bi qasî vegotian pêvajoya nivîandinê jî bi ‘pevçûn’ derbas bûye.

Wek di nîşeya weşanxaneyê de jî hatiye gotin; Ev pirtûka Cansiz bi çavderiya jinê re dîroka tevgera azadiyê hatiye vegotin.

Her kesê ku vê pirtûkê bixwîne dê Sakîne Cansiz ji nêzve nas bike, fêm bike û hîn bike...