Fahrettîn Şahîn ku 30 salan di girtîgehê de ma, bi hinceta ku ne li gorî dilê rêveberiya girtîgehê ye, berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Qanûna Înfazê ya nû piştî ku Çileya 2021'ê kete meriyetê, di nava çend mehan de gelek caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Yek ji mînakên berbiçav ên vê yekê jî rewşa Fahrettîn Şahîn e. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Destîna Yildiz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Bi Qanûna Înfazê ya Nû re, Fahrettîn Şahîn ji ber ku berdana wî ne bi dilê rêveberiya girtîgehê bû, berdana wî hate taloqkirin. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
Fahrettîn Şahîn yek ji wan girtiyan e ku 30 salên wî yên girtî tijî bûye. Piştî 30 salan diviyabû bi şert bihata berdan, lê belê bi guhertina ku di Adara 2020'î de li Qanûna Înfazê hate kirin, nehate berdan. Rêveberiya Girtîgehê û Desteya Çavdêriyê biryar dan ku rewşa wî 'ne qenc e'. Dema ku mirov bala xwe didin hinceta biryarê wiha tê gotin: 'Li gorî pîvanên saziyê tevdigere, ji sala 2017'an ve cezayekî dîsîplînê negirtiye, nayê payin ku sûc bike, gefê li jiyana saziyê naxwe, derew nekiriye, hewl nedaye ku şer derxîne, bi hesas nêzî tenduristiya xwe bûye'. Tevî vê yekê jî tê îdîa kirin ku ji pirtûkxaneya saziyê 5 pirtûk xwendiye, di nava saziyê de helwest û nêzîkatiyên wî neyînî ye, mafên xwe bi nêteke baş bi kar neaniye, tevlî bernameyên başkirinê nebûye. Li gel vê yekê car carna li hemberî wezîfedarên saziyê ketiye nava nêzîkatiyên neyînî, di lêgerînê de ji personelên saziyê re nebûye alîkar; ji ber ku ji sûcên rêxistinê hatiye sûcdarkirin bi kesên ku ji endametiya rêxistinê sûc girtine dimeîne û bi wan kesan re tevlî aktîvîteyan dibe, bi van hincetan 'rewşa qenc' nehatiye tespîtkirin.
Gelo ev yek ji bo taloqkirina berdanê hincetên têrker in?
Ya rast, tenê bi mînaka Fahrettîn Şahîn jî mirov dikare bibîne ku pêkanîna nû çiqasî kêfî ye. Dema ku kesek tê girtin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve biryar tê dayin ku wê li kîjan koxûş3e bimîne, bi kê re bimîne, bi kê re sporê bike, sohbetê bike û tevlî kîjan aktîvîteyan bibe. Ji xwe li gorî mewzûatê kesên bi îdîaya endametiya rêxistinê hatine girtin bi kesên bi endametiya rêxistinê hatine girtin dimînin, bi wan re tevlî aktîvîteyan dibe. Tiştên ku di mewzûatê de hene îro ji aliyê rêveberiyê ve weke şertê 'rewşa ne qenc' tê nirxandin. Mînakeke din, xwendina pirtûkan a girtiyekî tenê bi xwendina pirtûkên li pirtûkxaneya saziyê nikare bê nirxandin. Girtiyek dikare ji kantîna derve bi pereyê xwe pirtûkê bikire, her wiha malbat û hevalên wî jî dikare bi rêya kargoyê pirtûkan bişîne. Lê belê ev yek ji aliyê îdareyê ve nayê dîtin û tenê weke ku girtî qet pirtûkê naxwîne tê nirxandin. Ya rast, girtiyên ku mafê wan ê berdanê heye bi hincetên kêfî nayên berdan.
Dema ku mirov grevên birçîbûnê bînin bîra xwe, gelo pêkanûn û qanûna navborî wê bandorê li girtiyên çalakger jî bike?
Li girtiyên ketine greva birçîbûnê bi vê hincetê cezayên dîsîplînê têne birîn. Ev cezayên dîsîplînê jî di raporên nirxandina 'rewşa qenc' de têkildarî berdana bi şert dibe asteng li pêşiya girtiyan. Rêveberî vê nirxandinê weke amûreke gefxwarinê bi kar tîne. Dema ku rêvebername nû kete meriyetê, di hinceta biryara li ser 'rewş ne qenc e' ya girtiyeke li Girtîgeha Jinan a Şakranê, greva birçîbûnê ya berê tevlî bûbû, hatibû nîşandan. Rêveberî vê rewşê weke gefeke 'eger tu bikeve greva birçîbûnê tu nikare bê berdan' bi kar tîne.
Ji dema ku Qanûna Înfazê kete meriyetê û vir ve çi bû?
Tevî ku guhertina di qanûna înfazê de Adara 2020'î de hate kirin jî, rêvebernameya di vê der barê de 1'ê Çileya 2021'ê kete meriyetê û 4-5 meh in tê bikaranîn. Di vê demê de me hin biryarên dişibin rewşa Fahrettîn Şahîn dît. Mînak li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê muwekîlekî me diyar kir ku girtiyekî ku 29 salan li girtîgehê ma, demeke qet têkiliya xwe bi rêxistinê re nîne û demeke dirêj e bi tena serê xwe dimîne, bi hinceta ku 'xwedî nirxên manewî yên rêxistinê ye' têkildarî wî biryara 'rewşa wî ne qenc e' hatiye dayin. Tevî vê yekê di pêvajoya biryardanê de gelek pirsgirêk hene. Di vê demê de hevdîtin bi girtiyan re tê kirin û pirsên wiha li wan tê kirin: 'Hûn Abdullah Ocalan weke lîderê rêxistinê dibînin?', 'Roj ji bo we tê çi wateyê?', 'Rêberê we kî ye?', 'Hûn çima li koxûşa ku lê ne?', 'Hûn poşman in, ne poşman in?' Mekanîzmayek nîne ku ev pirs û hevdîtin çawa tê kirin. Ev pêvajoya kêfî ti eleqeya xwe bi edaletê re nîne.