'Pêvajoya darizandinê ji bo mexdûrên komkujiyê veguherî êşeke duyemîn'

Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan anî ziman ku pêvajoya darizandinê ya komkujiya Sêwasê, ji bo mexdûrên komkujiyê veguherî êşeke duyemîn.

Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan destnîşan kir ku hesab pirsîna komkujiya ku li Madimakê bi destê dewletê hatî kirin, ne tenê di bin berpirsyariya Elewiyan de ye û got: “Ne bes e ku em tenê êşê parve bikin, divê em ji bo edaletê bi hev re têbikoşin.”

XELEKA DESTPÊKÊ YA ZINCÎRA KOMKUJIYAN

Kadriye Dogan diyar kir ku divê tiştên di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê qewimî ne, di nava sîlsîleyeke dîrokî de bê destgirtin û got ku dîroka komarê di heman demê de dîrokeke komkujiya Elewiyan e.

Dogan destnîşan kir ku xeleka destpêkê ya di sîlsîleya dîrokî de, tiştên ku 1921’an li Koçgiriyê qewimîne ye û wiha got: “Dîroka 100 salan a Komarê Tirkiyeyê bi Komkujiyên Elewiyan tejî ye. Ev sîlsîle ji Koçgiriyê destpê dike, bi Dêrsimê dewam dike, di roja îro de jî komkujiyên Mereş, Çorûm, Sêwas, Kirikhan, Madimak, Gazî û Umraniye ye. Mirovan cemên xwe ji ber qedexeyan veşartî girtin, vê carê gotin ‘find vemirî’ û bi bêexlaqî îftîra avêtin.”

Dogan bilêv kir ku ji Komkujiya Sêwasê heta roja îro ji bo ceza kirina faîlan ti gaveke cidî nehatiye avêtin û wiha got: “Destpêkê mîna ji Kurdan re gotin, ji Elewiyan re jî gotin ‘hûn tune ne’. Dîtin mirov hebûna xwe didomînin, vê carê qetil kirin. Lê dîsa jî negihiştin armanca xwe. Piştî Komkujiya Sêwasê rêxistin û saziyên Elewiyan zêde bûn.”

DIVÊ MUXALEFET PIŞTEVANIYA XWE ZÊDE BIKE

Dogan bal kişand ku piştevaniya muxalefetê ya ji Elewiyan re ne têrker e û ev tişt got: “Pêvajoya darizandinê ji bo mexdûrên komkujiyê veguherî êşeke duyemîn. Nasnameya hakim ji aliyê derdorên sosyalîst û çep ve, bi rengekî têrker nehatiye çareserkirin û nehatiye derbaskirin. Li her cihê ku lê ne xwe ji we wêdetir dibînin. Wisan dixuyên ku piştgiriyê didin û êşê parve dikin, lê ev tenê bi rojên diyar re sînordar e. Bi salan e em vê yekê dijîn. Em civakekî tenê ne. Em dibînin ku di aliyê partiyên siyasî yên din û beşên din ên civakî de, kêmahiyên cidî hene.”