Petrola Başûrê Kurdistanê diherike Ceyhanê
Petrola Başûrê Kurdistanê diherike Ceyhanê
Petrola Başûrê Kurdistanê diherike Ceyhanê
Wezîrê Enerjiyê Taner Yildzi diyar kir ku dê petrolên Başûrê Kurdistanê dê berbi Ceyhanê ve biherike. Yildiz da zanîn ku xebatên testê yê heta Sîlpiyê temam kirine û got: “Niha jî heta Ceyhanê hatiye. Herikîn jî dê piştî vê dest pê bike.
Taner Yildiz da zanîn ku ew daxuyaniyên cigirê Iraqê Huseyîn Şehrîstan û şertên wî di cih de dibînin.
Yildiz wiha got: “Pertola bakurê Iraqê destpêkê heta Sîlopiyê hem xebatên korozyon û hem jî yê testê temam kiribû. Niha heta Ceyhanê hat. Bê guman herîkîn jî dê piştî van destpê nike. Em daxuyaniyên Huseyîn Şehrîstan girîng û erênî dibînin. Ji me re got ku Petrola Iraqê dê ji ser Tirkiyeyê li cîhanê vebibe û behsa sê şertan kir.”
Yildiz wiha pê de çû: “Me test temam kirin. Dê jiv ir şûnde destpê bike. ji ber ku me ji destpêkê de gotibû dê bi refakata kesên ku rayedarên hikûmetê tespîtkirine dê destpê bike. Ez her tim dubare dikim. Ev ne petrola Tirkiyeyê ye. Ev petrola Iraqê ye. Ji ber vê divê ev refakata wê bikin.”
Ji başûrê Kurdistanê herikîan petrolê ji 11’ê Kanûnê destpêkiribû. Di heman rojê de 35 hezar varîl petrol ji başûrê Kurdistanê herikîbû Kerkukê.