Pêşengên madenê Çetîn û Inter li Somayê hatin bibîranîn

Pêşengên têkoşîna mafên karkerên madenê Tahir Çetîn û Alî Faîk Înter, di salvegera 2’emîn a wefatên xwe de li Somayê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn.

Serokê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe Tahir Çetîn û Alî Faîk ku bûne pêşengên têkoşîna mafên karkerên madenê, di salvegera 2’emîn a wefatên xwe de li Somayê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe ve hat lidarxistin. Ûmût-Sen, PTT-Sen û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Bîranîn li ber avahiya Navenda Maden-Îş a Serbixwe bi meşekê dest pê kir.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Tahir Çetîn nemir e”, “Alî Faîk nemir e” û “Bi cesaret bin, netirsin, madevan li vir in” hatin berzkirin.

Çalakvanan piştî deqeyeke rêzgirtinê li ber abîdeya madenvaniyê, serdana gorên Tahir Çetîn û Alî Faîk Înter kirin. Rêveberên Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe mafê axaftinê girtin û soza bilindkirina ala têkoşînê ya Tahir Çetîn û Alî Înter dan. Piştî axaftinan beşdarvanan kulîlk danîn ser gorên Çetîn û Înter û dua hatin kirin.

Piştî ku li mala Tahir Çetîn a li Kinikê xwarin hat dayîn, çalakî bi dawî bû.