Pervîn Bûldan: Rêveberên dewletê Savaş Bûldan û hevalên wî qetil kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, piştî ku ji rêveberên çeteyên dewleta Tirk Sedat Peker di kuştina karsazên Kurd de bal kişand ser berpirsyara Mehmet Agar, daxuyaniyek da.

Ji rêveberên çeteyên dewleta Tirk Sedat Peker, di dîmenê xwe yê heftemîn de yê li ser înternetê weşand, têkildarî kuştina rojnamevan Ûgûr Mûmcû yê bi êrişa bombeyî li ber mala xwe hate kuştin û kuştina karsazên Kurd bal kişand ser berpirsyariya Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar û endamê berê yê MÎT'ê Korkût Eken.

Peker di mijara kuştina Mûmcû de ji bo Mehmet Agar got, "kujer" e û mikur hat ku di kuştina karsazên Kurd de Agar berpirsyar e.

Peker navê Behçet Canturk, Huseyîn Baybaşîn û Savaş Bûldan bilêv kir û got, "Ji hemûyan pere stand. Hemû karên wî hal dikir. Herî dawî tevlî siyasetê bû, xeyala wî jî Serokkomarî bû. Çîrok bi vî rengî ye. Vî mirovî ji bo rabirdûya xwe hemûyî paqij bike, pêşkêşî li Desteya Ewlekariya Neteweyî kir. Wê demê Tansû Xanimê ew îqna kir. Piştre jî dest pê kirin û hemû kuştin. Ji bo rabirdûya xwe paqij bike ev hemû kir."

Yek ji wan karsazên Kurd jî Savaş Bûldan bû ku Hezîrana 1994'an piştî hate destgîrkirin hate qetilkirin. Hevsera Savaş Bûldan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan têkildarî mikurhatinên Peker ev daxuyanî da:

"Me bi salan got, em niha dîsa dibêjin. Yên ku Savaş Bûldan û hevalên wî kuştin, rêveberên dewletê bûn. Kujer bi rengekî seranserî hatin darizandin û beraatkirin. Em niha li serî vedigerin, j ibo darizandinê em ê bikevin nava hewldanan."