Piştî ku hukûmeta AKP’ê sînorê xwe di bin navê alîkariya ji bo muxalîfan de vekir, koçberiya ji Tirkiyeyê ber bi welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ve zêde bûn.
Nunerên saziyên mafê penaberan, ragihandin ku di van demên dawiyê de hejmara penaberên ji Tirkiyeyê dixwazin derbasî Yewnanîstan û Îtalyayê bibin zêde bûne. Her wiha hate diyarkirin ku gelek penaberan jî di rê de jiyana xwe ji dest dane.
Di rapora der barê Sûriyeyê de ji aliyê Wezareta Derve ya DYA’yê ve hat weşandin de, cih dan 185 welatan. Di raporê de hat diyarkirin ku tenê 33 welat li ber Beyannameya Gerdûnî ya Mafê mirovan a ku pêşî li bazirganiya mirovan digire, hatine.
Welatên weke Cezayîr, Komara Demokratîk a Kongoyê, Lîbya, Koreya Bakûr û Erebîstana Siûdî, di nava 17 welatên di bin standardên navneteweyî de mane de cih digirin. Her wiha Sûriye jî di lîsta reş de cih girtiye.