Kûlûba PENa Swêdê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê du nivîskaran weke çavdêr bişînin rûniştina doz KCK’ê ya ku dê di 29’ê Îlonê de ji nû ve dest pê bike.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku tevî Serokê duwemîn Komeleya Mafê Mirovan, parêzer-nivîskar Muharrem Erbey gelek siyasetmedar di sala 2009 de bi hinceta endamên rêxistineke veşartî ne hatine girtin û ji wê rojê heta îro di girtîgeha Amedê de tên ragirtin.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Muharrem Erbey parêzvanek mafê mirovan ê li dijî tundiyê bû û alîkariya huqûqî dida Kurdên ku xizmên xwe wenda kirine. Her wiha hat bibîrxistin ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya ku Erbey di rêveberiya wê de bû, gorênkomî yên ku heta niha nedihatin zanîn aşkere kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rûniştina doza KCK’ê ji ber ku destûra parastina bi Kurdî nehatiye dayîn, doz hatiye taloqkirin û Erbey ê ku ji vê dozê tê darizandin, ji ber axaftina di sala 2009 de li Parlementoya Swêdê kir, tê darizandin.
PENa Swêdê daxwaza serbestberdana Erbey ê ku bi awayeke bê bingeh hatiye girtin dike û daxwaz dike ku ji bo demê Erbey di girtîgehê de maye, tezmînat bê dayîn.
Bi navê PEN’ê dê nivîskar Firat Cewerî û nivîskar Maria Modig dozê bişopînin.