Pateta qebîh dibe ku ya herî mezin a cîhanê be
Li Zelandaya Nû du jin û mêran li baxçeyê xwe petatek bi qasî kûçikekî kiçik dîtin û ji bo ku bikevin Pirtûka Rekoran a Guînnessê serlêdana xwe kirin.
Li Zelandaya Nû du jin û mêran li baxçeyê xwe petatek bi qasî kûçikekî kiçik dîtin û ji bo ku bikevin Pirtûka Rekoran a Guînnessê serlêdana xwe kirin.
Li herêma Waîkato ya Zelandaya Nû, li herêma Ngahînapourî Colîn û Donna Craîd-Brown dema ku baxçeyên xwe aşêf dikirin tivrikê Colîn li bin axê li tiştekî mezin ket.
Dema ku kaba xwe danî erdê û dora wê kola, Colîn meraq kir bê ka tişta ku dîtî mantareke mezin e an peqpeqonkeke mezin e. Colîn piştî ku bi çetelê bexçe ew derêxist, qaşûla wê hinekî li ser rakir û ew tehm kir.
Çi bibîne! Petat!
Donna dibêje, ''Me ji çavê serê xwe bawer nekir, î pir mezin bû!''
Û ne yî pir xweş bû. Donna dibêje ew a pir qebîh bû, weke dîtbariyeke mutant wê pênase dike.
Colîn wiha dibêje: ''Jidil jî weke surprîzeke xweş a sirûştê bû. Min qet pê nedizanî ku li wir şîn hatiye û ji kengî ve ye li wir bû min pê nedizanî, ji ber ku tevahiya dema xiyarak ez di ser wê re dimeşiyam.
Wek ku petata herî mezin e ji nav yên qeydkirî. Xwediyên malê dema ku wê dibin garajê û dixin mêzîna xwe ya kevn, dibînin ku 7,9 kîlo ye. Ev bi qasî giraniya çiwalekî petatan an jî kûçikekî kiçik e.
Petatê ku navê 'Doug'' lê hatî kirin, bi 7,9 kîlo giraniya xwe dibe ku petatê herî mezin ê cîhanê be.
Heta niha rekor ê Peter Glazebrook e, ku petatekî bi giraniya 4,98 kîloyan sala 2011'an qeyd kiribû.
Craîg-Browns her çendî li bendê bin ku Pirtûka Rekoran a Guînessê were nûjenkirin jî, Doug li qeşedankê ji niha ve kîloyek ji xwe kêm kiriye.