Di çarçoveya lêpirsînekê de ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin, ji nav kesên vê sibehê hatin destgîrkirin, jêpirsîna nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can û edîtora T24’ê Sîbel Yuklerê bi dawî bû.
Hat zanîn ku ji rojnamevan Arslan pirsa çima nûçeya têkildarê guherîna cihê xebatê yê Mehmet Karababan ê dozgerê lêpirsîna îdianemaya 18 rojnamevanan amade kiriye û hevsera wî ku di nav şandeyê de bûye, parve kiriye, ji Sîbel Yuklerê jî hatiye pirsîn ku çima parvekirina Firat cardin parve kiriye. Hat diyarkirin ku rojnamevanan jî gotiye ku parvekirina wan wek nûçe hêjayê parvekirinê bûye, wan ji lew ma parve kiriye anku wan tu agahiyeke veşarî parve nekiriye û agahiya ku dikin mijara sûc, biryarnameya Desteya Dadger û Dozgeran e.