Parlementerên Partiya Çepên Kesk meşiyan Wezareta Xezîneyê

Parlementerên Partiya Çepên Kesk ji bo protestokirina bihabûnê bi dovîzên di destê xwe de ji avahiya meclîsê meşiyan heta Wezareta Xezîne û Maliyeyê.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li dijî bihakirina pêdiviyên jiyanê û zemên ku tên kirin, ji ber avahiya Meclisê heta Wezareta Xezîne û Maliyeyê meşek protestoyê li dar xistin. Parlementeran dovîzên bi nivîsên “Dizî û şêlandin heye”, “Xwarin û vexwarina xelkê biha nekin, ranta xwe qut bikin” û “Sedsala zemkirinê” hildan. Parlamenteran meşa xwe li ber wezaretê bi dawî kir û daxuyaniyek kurt dan. 

Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç axivî û polîtîkaya aboriyê ya desthilatdariyê rexne kir. Olûç anî ziman ku desthilatdariyê hevsengiya aboriyê xera kiriye û ev zem û bihakirin hemû encama polîtîkayên desthilatdariyê ye. Olûç bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan kir ku li ber krîza aborî û polîtîkaya aboriyê ya desthilatdariyê rabin û her ku bêdengî çêbibe wê zemên nû bên kirin.