Parlementerên HDP’ê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn. Çalakiya nobetê di roja 4’an de didome. Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlementer li Deriyê Dîkmenê yê meclîsê ji aliyê polîsan hatin astengkirin.
Polîsan diyar kirin ‘ferman’ ji wan re hatine û ew ê ‘destûrê nedin’ ku parlementerên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ew ji qadê dûr xistin.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ji bo ku Abdullah Ocalan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike wan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kirine û got “Îro bêyî ku biryareke nivîskî û zemîneke qanûnî hebe, li Deriyê Dîkmenê pêşiya me hate birîn. Nehiştin ku em biçin Wezareta Edaletê. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqtiyê em îro li vir in. Em ê daxuyaniya xwe ya li ser tecrîd û rewşa krîtîk a Îmraliyê îro li Meclîsê bidin. Em vê nobeta xwe bidomînin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TÊ WATEYA DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN
Temel destnîşan kir ku nêzî hefteyekê ye ji bo bêhiqûqiya li Tirkiyeyê deynin holê û Wezareta Edaletê li gorî edalet û hiqûqê tevbigere çalakiyan dikin û got “Me îro dîsa fêm kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye şiklê rêveberiya Tirkiyeyê. Ev demek dirêj e em li vî welatî destnîşan dikin ku divê pirsgirêk bi rêyên çareserî, diyalog û demokratîk bên çareserkirin. Lê belê ev nêzî du salan e aktorê herî girîng ê çareseriyê tê tecrîdkirin. Du sal in hemû gelên Tirkiyeyê dixwazin parêzer û malbat bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin û xelk dixwaze hîn bibe li Îmraliyê çi diqewime. 21 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê stendin Ev bêhiqûqî dike ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê berbelav bibe. Şer û tecrîda desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û were mîsogerkirin ku aktorên projeyên çareseriyê biaxivin.”
Temel anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya li hemberî Kurdan û got: “Ev polîtîka her roj diqewime. Komkujiya li Parîsê, êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, betalkirina parlamenteriya Semra Guzel û hemû êrişên li dijî Kurdan encamên polîtîkaya dijminatiya ser Kurdan e. Em ê îro dîsa bang dikin ku Wezareta Edaletê divê li gorî qanûnên xwe tevbigere. Lê em bi tecrîdek nû û astengiyek nû re rûbirû man. Bêhiqûqî û biryara kêfî ku bi salane em behsa wê dikin va ye li pêş çavê me diqewime. Em îro dîsa banga xwe li vir pir zelal dibêjin, HDP wê tevî hemû astengiyan bangên xwe bike û têbikoşe.”
DIVÊ PARÊZER BIÇIN ÎMRALIYÊ
Temel axaftina xwe wiha domand: “Bila qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa vê dewletê li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bên pêkanîn, bila muzakere pêk bên, bila parêzer biçin hevdîtinê. Serdana CPT’ê ya li Îmraliyê hin bêtir guman û fikarên me zêdetir kir. Hem malbat, gelê Kurd û hem jî rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan û HDP gelek bi fikar in. Li Îmraliyê tecrîda kêfî didome.
WÊ NOBETA ME BIDOME
Em neçar man ku daxuyaniya xwe li vir bidin. Em ê vê nobeda xwe bidomînin. Heta ku qanûnên vî welatî werin sepandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me zelal e, divê parêzer demildest biçin Îmraliyê. Divê pêşî li hevdîtina bi aktorê çareseriyê re bê vekirin. Divê fikarên gelê Kurd û dostên wan ji holê bên rakirin. Berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û saziyên vê desthilatdariyê ne. Em carek din bang li Bekîr Bozdag dikin, divê tu têkildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê daxuyaniyekê bidî, tişta pêwîst çi be bikî û pêşî li hevdîtina parêzeran vekî.”