Parlementer çûn serdana karkerên rastî êrîşê hatîn

Parlementer çûn serdana karkerên rastî êrîşê hatîn

Parlementerên BDP’ê Sebahat Tuncel, Xelîl Aksoy û parlemeterê serbixwe Levent Tuzel serdana  karkerên ku li Taxa Stenbolê Bagcilarê ji ber axivtina kurdî rastî êrîşê hatin kir.

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, parlementerê serbixwe yê Stenbolê  Levent Tuzel û parlementerê Agiriyê Xelîl Aksoy li gel heyeta BDP’ê serdana karkerên ku li înşaatê rastî êrîşa nîjadperestan hatîn kirin. Ji bo karkerên li şantiyê radiwestin li ser navê heyetê destpêkê parlementerê Agiriyê Xelîl Aksoy axivî û got: “Nijadperestî di her alî de bi destê pergalê tê rêvebirin. Eger muzakere bi rengek leztir bikariban bidin meşandin belkû bûyerên bi vî rengî pêknehatiban.”

Piştre Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axivî û bal kişand li ser axaftina bi zimanê Kurdî û got: “Tu kes nikare bêje ‘bi Kurdî neaxivin’. Mafê tu kesê nîne zimanê dayîkê yên kesên din qedexe bike.” Tuncel da diyar kirin ku, êrîşên wiha ne cara yekeme çêdibin û wiha anî ziman; “Çavkaniyên vê pirsgirêkê ji hikûmetê û partiya muhalefeta sereke tê. Partiyên ku li dijî zimanê dayîkê rê ji bûyerê wiha re vedike. Polîtîka wan ev karker berdan hev.” Tuncel destnîşan kir ku, tenê bi têkoşînê mirov dikare bersiva nîjadperestiyê bide.

Piştî heyet  bi karkerên înşaatê re axivîn, ji bo daxwazên wan ji xwediyê kar re bêjin bi wan re hevdîtin kir. Piştî heyet ji şantiyê derketin çalakî bi dawî bû.