Parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê ber bi wezaretê ve meşiyan

Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Hevdîtina li Îmraliyê wê xizmetê ji demokrasiyê re bike."

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, ji Deriyê Meclîsê Dîkmenê ber bi Wezareta Edaletê ve dest bi meşê kirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan, Abdullah Koç û Kemal Pekoz ji Deriyê Meclîsê Dîkmen heta Wezareta Edaletê meşiyan. Parlamenterên HDP'ê yên li ber deriyê meclîsê ji aliyê polîsên Enqereyê ve hatin astengkirin, li vir daxuyanî dan.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber Wezareta Edaletê nobetê digirin û got ku ji aliyê polîsên Enqereyê ve hatine astengkirin. Gunay wiha got: “Tecrîda ku em îtîraz dikin ev e. Em bi tabloya rastiya Tirkiyeyê ya ku edalet lê tune ye û îradeya gel tê astengkirin re rû bi rû ne. Astengkirina îradeya gel, domandina neheqiyê israra di polîtîkayên tecrîdê de ye.”

Gunay bi bîr xist ku beriya niha ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan a li Îmraliyê gelek caran serlêdan kiribûn û got, "Em 6 roj in li vir in, heyetek di bin serokatiya Hevserokên me de berê serlêdan kiribû, heyeta ku berê Salîha Aydenîz serokatiya wê dikir serlêdan kir. Piştî du hefteyan ji bo biçin Grava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi komên wekîlên xwe me serî li Wezareta Dadê da. Dema ku em serlêdanên xwe dikin, piştî civîna CPT’yê parêzer ji bo biçin Grava Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên xwe bi israr didomînin. Em israr dikin, parêzer israr dikin, lê Wezareta Dadê jî li ser bêhiqûqiyê israr dike. Hîn jî tu daxwazên me nehatine bersivandin. Em ji vir careke din ji Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê bang li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dikin: Berpirsiyariya her girtîgehên Tirkiyeyê di rayeya we de ye. Her burokratê wezaretê û bi taybetî jî hûn, ji her bêhiqûqiya li girtîgehê berpirsyar in."

Gunay diyar kir ku bi astengkirina hevdîtina parêzer- muwekîl Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û wiha dewam kir:

“Hûn wek serokê buroya ku wê li vî welatî edaletê saz bikin, hûn bi israra di neheqî û tecrîdê de sûc dikin. Em li vir careke din bang dikin: Di vî sûcî de israr nekin. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê aloziya şer û polîtîkayên tecrîdê ji holê rake. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê bibe xizmeta aştî, demokrasî û azadiya vî welatî. Em ji bo vê li vir in. Em vê berpirsiyariyê jî bi bîr tînin. Avakirina aştî, azadî û demokrasiyê berpirsyariya me ye. Rêya vê jî diyar e: Têkiliya Birêz Ocalan bi derve re, bi taybetî jî bi parêzerên xwe re li Îmraliyê û bidawîkirina tecrîdê. Me berê dît ku dema tecrîd hate rakirin li welat çawaniya hawîrdoreke demokratîk û aştiyane ava bû. Em dixwazin vê yekê dîsa biceribînin. Em dixwazin careke din aştiya mayînde û demokrasiya mayînde ava bikin.

Daxwaz pir zelal û hêsan e. Pêkanîna qanûnê. Îro weke partiya herî mezin a Tirkiyeyê ya 3’yemîn ji bo pêkanîna qanûnê em ber bi Wezareta Dadê ve dimeşin û mixabin li Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê em hatin astengkirin. Ev astengî li ber îradeya gel asteng e, li pêşiya danîna qanûnê asteng e, li pêşiya pêkanîna Destûra Bingehîn asteng e. Em banga xwe ya ji vir careke din dubare dikin, di bêhiqûqî û neheqiyê de israr nekin, ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê di zûtirîn demê de gavekê bavêjin. Heta ku encam negirin em ê têkoşîn û Nobeta Edaletê bidomînin.”