Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Parlak, diyar kir ku sedema bingehîn a ku hêzên dewletê li derveyî hiqûqa dijmin bi nefret êrîş dikin, kapasîteya têkoşîna civakî ya HDP'ê ye û got, "Ev pêşengî wan bêzar dike."
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Enqereyê Vezîr Coşkun Parlak, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîtîkayên tecrîd û şer texrîbat li ser gelan çêdike û got, "Pêvajoya ku bi tecrîdê dest pê kir, bûye rengekî rêveberiyê. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li welatê me zêde dibin têdikoşin. Em her tim dibêjin ku yek ji sedemên herî girîng ên van pirsgirêkan, pirsgirêka Kurd e. Her ku budçe ji şer re tê veqetandin, texrîbata civakî jî zêde dibe. Ger tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, weke wî berê jî gotibû, dikare di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bike. Wê demê dê polîtîkayên ewlehiyê yên li vî welatî jî bi dawî bibin."
REWŞA PÊŞENG A HDP’Ê WAN ACIZ DIKE
Li gel hemû astengiyan Parlak der barê protestokirina komploya navneteweyî û êrîşên bêperwa yên hêzên dewletê de ev tişt anî ziman: “AKP-MHP’ê bi êrîşên li dijî hemû nirxên civakê hewl dide ser piya bimînin. Ji bo domandina desthilatdariya xwe qanûn û daraza ku desteser kiriye, birêve dibe. Ew baş dizanin ku; Bi milyonan welatiyên ku wekhevî, edalet, aştî û demokrasiyê dixwazin hene. Sedema bingehîn a ku hêzên dewletê li derveyî hiqûqa dijmin bi nefret êrîş dikin, kapasîteya têkoşîna civakî ya HDP'ê ye. Ev rewşa pêşeng wan aciz dike. Em ê bi berfirehkirina têkoşîna xwe ya aştî, azadî û edaletê bersiva van êrîşan bidin."
ÎRO JI BO HER KES BÛ HÊVÎ
Parlak bal kişand ser vê yekê ku gel tevî hemû zext û tundiyê li kolanan e û wiha got: “Derketina îro ji bo her kesî bû hêviyek û di meşa azadiyê de bû yek ji pêngavên herî mezin. Di fersenda destpêkê de em ê îktîdara ku di vî sûcî bûne bişînin û li şûna wê siberoja ku me xeyal dikir ava bikin. Divê her kes baş bizane ku bêyî HDP'ê ev pêvajo nayê derbaskirin. Ji bo vê jî em ê bi hemû kesên alîgirê ked, aştî, edalet, demokrasî û azadiyan re bên cem hev û Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin.”