Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin.
Rêberê Gelê Kurd herî dawî 25'ê Adarê karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Ev axaftin jî tenê ji bo çend deqeyan dewam kiribû û piştre hatibû birîn.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.