Parêzerên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtina asayî ya heftane pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
Pêkanînên tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek û mehek zedêtirê didome. Parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî ya serlêdana parezêrên Ocalan bide, dê sibe hevdîtin pêk bê.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xirabe ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kemin" tên red kirin.