Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide serledana parezêrên Ocalan , dê sibe hevdîtin pêk bê.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xirab bûyi ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kêmin" tên astengkirin.