Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî parêzer dê sibe bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an ango 420’e heta niha bi hincetên vala yên weke "keştî xirabe ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kêmin" tên hevdîtin têne asteng kirin.