Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Mehdî Oztuzun ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdan bê qebûlkirin, wê parêzer sibê biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi sedemên curbecur nikarin bicih Îmraliyê.