Parêzerên Demîrtaş nerazîbûn nîşanî biryara darazê dan

Saziya Darazê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ya derbarê Selahattîm Demîrtaş pesend kiribû. Parêzerên Demîrtaş nerazîbûn nîşanî biryarê dan.

Bi hinceta ku di Newroza sala 2013’an de a li Stenbolê axiviye, derbarê hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş soz hatibû vekirin. Saziya Darazê cezayê 4 sal û 8 mehan a li ser Demîrtaş pesend kir.

Parêzerên Demîrtaş li hemberî vê biryarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Parêzeran diyar kirin ku ev biryar ji aliyê desthilatdariya siyasî hatiye kirin û wê ji bo hiqûqê têkoşîna xwe bidomînin.